Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

Rêber APO

Bêguhertin û Bêveguhertin Nikarim Bijîm Bêguhertin û Bêveguhertin Nikarim Bijîm
Bi guhertinî, bi veguhertinî pir di astên awarte de jiyîn. Di rastiya Kurdistanê de, di rastiya têkîliyên Kurdan de jiyan xwe dide hîskirin ku çiqas girîng e. Ez dibêjim, “hunê tirsnak veguherin.” Dema ez li rûyên we temaşe dikim, ez dibêjim ku, “guhertin û veguhertina van kêmanî bi qandî lêdana dijmin rêgeke fermankar e.” Kesayetên we yên ku zêde hêviyê nadin, wisa bi tirsnakî guhertin, encax ji bo vê dijmin dibe hedef. Hedef an jî azweriyek e ku, mirov asta we ya paşverû ku nikare hêza jiyanê raber bike. Ez bêyî ku xwe kêlikekê neguherim nikarim xwe rihet bihêlim. Di jiyanê de tevgerîna mezin, bi rêgeza guhertinê re pêwendîdar e. Bêyî guhertin nikarim bijîm, bêyî veguhertin nikarim bijîm. Her roj bêguhertin û bêveguhertin nikarim bijîm.

Parastina Rewa

Di derketina Şaristaniya Mezopotamya de şer û nêzîkatiya ji şer re Di derketina Şaristaniya Mezopotamya de şer û nêzîkatiya ji şer re
Serokê Konseya Rêverber a KCK'e Murat Karayilan
Ji bo civaka Kurdan tê gotin di gelek qadên jiyanê de bandora serdema neolîtîk heye, ev nêzîkatî ne şaş e. Bi rastî jî gengaze ku mirov di civaka Kurd de gelek tevger û şêweyên ji serdema neolîtîk maye bibîne. Dema civak bi kûrahî hate lêkolîn kirin wê ev rewş bi awayeke zelal bê dîtin. Mirov dikare bêje forma civakî ya hişmendiya Kurd heta roja me cihana bawerî û jiyana wê diyar kiriye. Ev hişmendî ew qas di cewherê xwe de bi cîh kiriye ku li kêleka wê şaristaniya bajêr a di Mezopotamyaya jêrîn de pêşketiye pêwîst nedîtiye xwe nêzî wê jî bike. Ji xwe şaristaniya bajêr a Sumeran li ser nîrxên neolîtîk ê di Mezopotamyaya jorîn hatiye afirandin pêşketiye. Hemû amûrên ji bo mirov karibin jiyana xwe ya bi hişmendî berdewam bikin di vê serdemê de bi zîrekî û heyecaneke mezin hatiye afirandin. Yekane jêhatîbûna rahibê Sumeran van di konaxeke jortir gihandiye hev û weke “pergala pîroz” mirov xapandine.

 
Li dijî Xeta Lûleyên Petrolê yê Botaşê Çalakî
Yekşem, 05 Sibat 2012 13:04

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 3’ê Sibatê de di saet 20.00’an de li navçeya Mêrdînê Stewrê li sêgoşeya gundên Barman, Elfan û Şorê li dijî xeta lûleyên petrolê yên Botaşê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hate lidarxistin.

Zêdetir bixwîne...
 
Di derbarê bûyera Colemergê de agahî
Şemî, 04 Sibat 2012 15:34

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di êvara 19’ê Çile de teqîna li navenda Colemergê pêk hat û di encamê de ciwaneke Kurd jiyana xwe ji dest da me berê jî daxuyanî dabû. Tevî me dabû diyarkirin ku tu têkiliya me bi vê teqînê re nîne, hewldanên vê bûyerê biavêjin ser me berdewam dikin.

Zêdetir bixwîne...
 
Li dijî Zapê êrîşa hewayî
Şemî, 04 Sibat 2012 15:25

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 3’ê Sibatê de di navbera saet 13.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şikefta Birîndara, Girê Karker, Quntarê Kurê Jahro, Gund û geliyê Şîvê û Dahla Şîno ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.

Zêdetir bixwîne...
 
Em ê di biryardariya Rêheval Viyan de bimeşin
Çarşem, 01 Sibat 2012 14:09

Ji gelê me û raya giştî re!

Hevala Viyan a li dijî ruyê reş ê komploya 15’ê Sibatê laşê xwe daye ber agir, şert û mercên Rêber APO yê tecrîdê nepejirandiye, di salvegera şehadeta wê ya 7’emîn de bibîrtînin û em ê jib o bîranîna wê heta xeyala wê ya sereke, azadiya Rêber APO bidest bixin em ê di biryardariya Rêheval Viyan de bimeşin.

Zêdetir bixwîne...
 
Rêheval Sadûn gihîşt şadahetê
Sêşem, 24 Çile 2012 14:24

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di Kanûna 2011’an de li li navçeya Şirnex Silopiyê li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.

Zêdetir bixwîne...
 
Bi êrîşa li Colemergê re tu têkiliya gerîla yê me tuneye
În, 20 Çile 2012 14:25

Ji gelê me û raya giştî re!

Di şeva 19’ê Çile de êrîşa bombeyî ya li navenda Colemergê hate lidarxistin û di encamê de xortekî Kurd jiyana xwe da tu têkiliya wê bi gerîla yê me re tuneye.

Zêdetir bixwîne...
 
Li Şemzînanê çalakî
Sêşem, 17 Çile 2012 18:28

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 15’ê Çile de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqteyeke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hate lidarxitin. Di encama çalakiyê de polîseke tîmê taybet ji aliyê gerîla yê me ve hate kuştin.

Zêdetir bixwîne...
 
<< Detpê bike < Ya berê 1 2 Ya piştî > Dawîn >>

Sayfa 1 of 2
 
 

Rêber APO

Asta azadbûyina jinê, asta azadbûyina civakê yeAsta azadbûyina jinê, asta azadbûyina civakê ye
Ji bîr nekin, hûn ji cîhaneke reş tarî û kufrê tên. Li wir têkildarî mirovahiya me, welatparêziya me, hela hela bi mafên mirovan, bi azadiya gel tu tişt tuneye. Em di bin bandora rêzikên (kural) me neçarî jiyaneke ketî, dixîne, bi lanet û şermî dike. Em qurbanên jiyaneke kirêt in.

Parastina Rewa

Destana pîr û pak: 27’ê Mijdarê Destana pîr û pak: 27’ê Mijdarê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê
Dûran Kalkan

Kongreya PKK’ê ya yekemîn li sala 78’an e lê di sala 73’an li Enqereyê bingeha xwe digire. Li Enqereyê yekemîn civîna xwe li bendava Çubukê pêktîne. Divê civînê de Rêberê Gelê Kurd û sazûmankarê PKK Abdullah Ocalan bi şiara...

Bîranînên Gerîla

ciya5 smallDi Şer de Jin Buyin Ne Hêsanê!
Ez dikarim wisa salox bidim ku; gopika yekem de em hene, li beramberî me dijmin heye, li pişt me jî gopika ku heval xwe paş de kişandine heye, lê di navbera me de ew ciyê dûz heye. Ger em biçin wê derê, divê em pir zîrek û atîk bin, nexwe wê dijmin ji paş ve bikare li me bide û me bikuje jî, dikare me bigire jî.

Ev car ne li derdora Dîcle, ji bilindahîya çiya, dengê geş tê. Bi nalîn û bi newala dikeve.

Ev car li ser kaniya Firat tê, ew dengê zelal û bi bandor ku  geş tè u nalîn bi niwala dikevè, mişênî bi newal û mesîla dixe.

Ev car ne li bilindahiya Botan, Gabar û Cûdi ye, li bilindahiya çiyayê Bingola şewitî, li ser bilindahiya Bandozê, ku çirûskê Bêdewê, Kelêşe ronahî bi azmana dikeve.

Ev car ne şirşira xwîna çeleng û egîdê diherike ser ava Dîcleyê.

Ev car di dirêjî ser çavkaniya Firat, Perî ku ji xwîna mêrxasan rengê avê sor dibe.

Ev car ne Gabare ku fir fira çûk û reva pezkoviyane ku ji çiyayê bizina tê û ji ber tengê tifingan lehengan xwe didin alî.

Ev car ew çûk û pezkovî li Newala Perî û li Şehid Xebat in. Ji dengê çirûsk û çapiliyê direvin.

ev car li serkanîye Firat tè, ew dengè zelal u bi bandor, ku mişènî bi niwal u mesîle dixè,

Ev car ne germahiya şer û qîrê Hogirê Bota ye, ku berfê dihelîne, kulîlkê beroj û zinarê çiyayê Botaye.

Ev car dengê Hogirê çiyayê Bîngolê ye, ku germahiya şer û qîra xwe li derdora Bandozê berf helan û kulilk vekir.

Ev car ne dengê lehengê Bota Kendal, Aydin, Serhildan, Silav û Sorxwînê ye, ku bangawaziya serxwebûn û azadiyê bûn…

Ev car dengê lehengê Bîngolê, Hemze, Necmî, Çiya, Bager û Şervana ye, ku bûne bangawaziya serxwebûn û azadiyê ye.

Ev car ne dengê şerê navsera çiyayê Gabarê ye, ku daristan dihejandin,
Ev car ev dengê şerê bilindahiya zozanê Bandozê ye ku gihayan dihejîne…

Erê Firat te jî xwîna şêrîn ji rihê min kişand û tevlî ava xwe kir da ku bigihîne ava Dîcle.

Erê Firat te jî wek Dîcle ava xwe sorkir bi xwîna van egîdan

Erê Firat te jî wek Dîcle ji me girtin, ji ber çavê me da wendakirin, ew delal û şêrînên li ber dilê me.

Erê Firat te jî wek Dîcle weşand û bir, ew pêlê daristan û kulîlkê me

Erê Firat te jî wek Dîcle ew dengê bilbilî bir nava qîrê pêlê xwe

Erê Dîcle û Firat, biqîrin û bêjin ji mirovahiyê re, ew berxwedan û awaza van hevala

Bêjin we xweşikbûna çav û rûkeniya wan hevalan

Bêjin ji zarokê xwe re ew tirsa ku xistine dilê wan dijmin û neyara

Bêjin ji dora xwe re ew çirûskê ber devê çekê xwe firîn nav stêrkên asîmana

Bêjin wê dilpaqijî û bawerî ya wan a bi serkeftin û azadiyê

Erê jibîr neke Dîcle… Jibîr neke Firat!

Wan dengên jiyanê, wan dengên azadiyê…

Jibîr nekin wan xweşikbûnên cîhanê…..

Haki Mardin (Gabar)

Şehîdên Me

heval viyan4NAMEYÊN HEVALA VİYAN
Şeva 15’ê Sibatê, dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan, Sema û heta digehe Fikrî Baygeldî û wek xeleka dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari, di nav dilê min de lêdide, diruşmeyên “An jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet”, “Bijî Rêber Apo” di guhê min de diqêrin. Di nav mejiyê min de tenê zinge zingek heye...
 
 
 

Îxanet Bingeha Faşîzmê ye Îxanet Bingeha Faşîzmê ye
M. Bagok
Piştî, padîşahê hemdemî Erdogan, mîna Kanunî helbest xwendin  û hate ser desthilatdariyê, şûrê xwe ji kalan kişand, mehra xwe bi egzotîzma cemaeta Fetul-munkîr re kir.

Çima Zehmetî? Çima Zehmetî?
Dunya Cemîl
Her gerilayek gava ku berê xwe dide çiyan, zehmetî û mirina xwe dide berçavê xwe, lê belê jibîr nake ku li jiyaneke azad digere û bedelên wê çi bin, ew amade ye.

Gulfiroş Gulfiroş
Medenî Ferho
Evîndarên welatê min, bi dengekî blind, li sere zinarekî ezman dixemilînin… Piştre  dibe berbûliyê bûkên welatê min.  Hingî dengê Gulfiroşa min dibe stranên berbûlî…

 
         
 

Ji bîr neke! Ji bîr neke!
Pîr Kemal
Roj li pey rojan, meh li pey mehan derbas bû. Sal bi hemû giraniya xwe gindirîn çûn. 13 sal. Çar hezar heftsed û  çil û penç roj. Sed û sezdêh hêzar û heştsed...

Ji Bo Şehîd Rubar (Seyfettin Işık)Ji Bo Şehîd Rubar (Seyfettin Işık)
Firat Gernas

Hevaltî girêdan e, wate ye, dilsozî ye, jiyan e. Hevaltî tilsima nav PKK’ê ye. Şehîd Rubar jî di jiyana xwe ya nava PKK’ê de...

kitleZarokên Kurd Ne BêxwedîneZarokên Kurd Ne Bêxwedîne
Hindistan Penaber

Gelê Kurd heya niha li hemû parçeyên Kurdistanê, li Helepçe, Mahabad, Amudê, Amedê, ji derveyî welat bi deh hezaran zarokên xwe fedayê...