Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

mes berfHîn jî li benda mene li wê derê! Çavênwan ji asoyên sor naqerin. Dilê wan bênefer nabin, evîna dilê wan sar nabe, germahî û xiroşiya kêleyên hevdîtinê, hestdarî û rewneqê çavên wan xamoş û sar nabe. Û hîn jî li wê derê li benda mene.

Em jî di xaknîgara bêzagon de, di navbera erd û ezman de, li rex erşa yezdanê xemsar(yê ji erd û ezman mayî) de cîhê tevger û libata me bû! Bi çend rundikên çavan, dilopên xwîdan û xwînê û bi hesreteke bêdawî, bi keser û axîn û şeydayî, ev xaknîgara bêzagon, niçik-niçik weke nexşên tevnên dayîkan me durust kirî.

Êdî kevala bê serî û bêdawî, ya bê pêşgotin û bê paşgotin, ji ferehiya bênahiyên me re xwe rêxistibû û em jî, bêyî vîn an jî arezûyê me, dikirin hêmanên vê kevala sermedîx. Bi me re ketibû nava galegal û şevbûhûrkên sîh-giran! Lê ewna jî, hîn li wê derê, li benda me bûn, çavên wan ji rê naqerîn. Di dilên mişt ji mefer, li benda diyarbûna reşikên menî.

Rêwîtiya rêya bêdawî û henasên zor û germ li ser serê wan, weke firindekî efsanewî difirîn û hêlan dikirin. Wan jî lingên xwe yên westiyayî zorî meşê dikirin “... ka gaveke din jî hindik maî hindik ma! Gaveke din jî bavêjin...” Lê ev hindik hew bi dawî nedibû, êdî hindik bûye jiyanek, çerxek û gerdûnek. Êdî avîtina her gavekê ji wan re dibû nîşana serkeftineke teqez. Êdî hest û hizrên wan ji tevahî cîhanê qut bûbûn, salname û pîvanên rojgarê û cîh-aliyan winda dibûn û bê wate mabûn.

Kevala ku tenê bi rengê spî bû, cîhan hemû jî kiribû yek pîvan, yek reng, yek alî, yek heyam û yek hêvî berê wan jî arasteyî aliyekî windayî bûn, jixwe di memleketa kevala spî de, ancax di holê de “Ne diyartî” dibe armanca hemû windayiyan! Hêvî jî bi çarenûsa nediyar ve girêdayîbû. Lê dîsa jî gav-avîtin ji wan re dibû hêmana kutahiyeke bixêr.

Bendewarên me; bûkên dest bi xene, dayîkên çav li rê, bavê di bi keder, evîndarên dil keser, zarokên rûken, dara ne avdayî, rûpela spî, pênûsa bê reng, rojnameya ku di stasûna tirênê de rawestandî, goristana bênav, navê bêxwedî... bi hezaran çavên li rê, bibûn bendewarên me....

Hîn jî li wir, li benda me bûn, li benda me ne, çave wan ji hemû aliyên spî nadiqerî, li pêş çavên wan rewrewkên xapanok dibûn reşikên rêwiyên windayî, hêviyeke dem-kurt dida wan û yekser weke xwê di avê de dihiliya û winda dibû bi xwe re jî xendeya li ser lêvên wan dîsa diçilmisand.

Di nava dojeha berfa dişewitî û bi xwe re jî laş û giyanê candêran dişewitand de, rêwiyên riya nediyar dimeşiyan. Serê wan di ber wan de bû, destên qerisî û tevizî di berîkên wan de bê libat mabûn. Her kes li şopa hevalê berî xwe dimeşiya û gave xwe davîtin. Hêz û vejena dewamkirina vê rêwîtiya bê armanc nemabû. Lê dîsa jî meşa xwe ya berve nediyariyê ve didomandin. Ewna tenê dimeşiyan... Jixwe rawestandin tê wateya mirina di nava dojeha berfa şewitî de, meş jî him hêviya gihîştina starekê didê wan.

- “Bimeş bimeş û ha bimeşî lê bi kû da bimeş? Çima bimeş? hêza min êdî nema ez dixwazim xew bikim”.

- “Bimeş, bimeş, raneweste, xew nekeî bimeş, li benda mene, hindik ma, hindik ma”

Piştî du-sê rojan ji meşa bêdawî û bê alî, wî bîryara xewê da. “Ku çi dibê bila bibê, êdî eze xew bikim”. Bê ku serma, sirr û westabûnê xem bike, xwe li ser piştê, di nav berfê de dirêj kir û çavê xwe girtin. Wî tucaran nizanibû ku berf evqasî germ û xweşe, wekî ku ew di cîhekî herî germ û nerm de xwe  hîs dikir. Wekî ku di paşila dayîka xwe de, bi narînî û nazdarî xew dike, ji hemû cîhanê, xwe qut kir. Xeweke pir şêrîn û giran bû. Cîhê wî pir germ bû, yekser di xew ve çû. Yên li benda wî bûn serlêdana şopa wî kirin, wî wî bi rûkenî pêşwazî li rewrewkên bendewarên xwe kir: “A... vaye ez gihîştim we, ma çima heta niha ez xwe ewqasî westa dikim? Hûn niha li gel min in”

Di nava xaknîgara bi berfa şewitî rêxistî de, wî xwe avîte bextê xwedawendê berfê yê hêzdar û di dawa wî ya germ de kete xeweke bêdawî. Di nava kevala spî de, tenê ew heyameke kurt, weke şanikeke cuda ma, pişt re jî, di nava îm-pertoriya dojeha berfa şewitî de winda bû. Yên din jî, bi me fer û vîn, ji bo bervacîkirina dîroka bervacî, rêya xwe ya ne diyar, domandin û di qeliştûkên aso yên spî de ji ber çavan windabûn!

Bendewarên wî jî, hîn li wê derê çavên wan ji asoyên sor û xaknîgara qerisî de naqerinî.

Ew jî bû çîrokek û xewneke berfa şewitî. Ew jî bi Berfa Germ wê her roj, her tim vejêye. Nivîsara ku bi tiliyên xwîndar û dilopên randikên germ yên çavên melul hatî strandin û afrandin, wê di ber çav, di mejî û deryayê aşopên her kesî de cîhekî xwe yê xewê çêbikê ye û bi şêrînî û nazdarî di xewa giran ve biçê ye.

Lê hîn jî li wê derê li benda wî ne Bihar hat û derbas bû, havîn reviya û çû, payîz bi gopalê xwe rêwitiya xwe domand  û berfa Germ dîsa hat, lê hîn jî wî li wir xew dikir.

Ji Lênûsa Gerîla