Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&e...
Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hu...
Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka evînê jî nehatiye derbas bûn. Gotineke ku li şûna evînê tê gotin heye. Dawiya wê jî Zîneke ku zimanê wê jî nîne û nikare rabe ser xwe, dîsa Memê ku nikare du gavan biavêje ango ti hêzeke xwe jî nîne. Di vê destana klasîk a evînê de jî ji kêleka evînê re derbas nabin. Dema em sêsêd salên pişt re tînin pêş çavên xwe, êdî gotina evînê jî nayê kirin. Ti kes nikare bi yek goti...
Her tişt ji bo ya mirov bi însaniyetê ve gîhandin e. Wexta em wiha tên hember we, em baş dizanin ku heta niha di we de tiştek nemabû. Hûn ketibûn, hineka we xistibûn, we nikarîbû.
A min bi rastî yanî di destpêkê de, berde alîkariyê, milet tev li dijî me bû. Yek ji vê xebatê ne razîbû, ji dê û bav bigir, heta hevalên te yên zarokî, ne bi te re bûn. Dozên mezin tev wiha ne; di destpêkê de dinya lê dijmine û wexta bi ser dikeve jî dinya dibe dost. Dozên erzan, di destpêkê de yên pêre pir in, lê di dawiya...
Di heyva şehîdan Gulan û di roja şehîdên 18’ê Gulanê de, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Û divê bi hemû hêza xwe em pêwîstiyên bîranînên wan zanibin pêk bînin. Di pêvajoya destpêkê ya koma yekemîn a tevgera me de; ku hîna nû xwe derbasî jiyanê dikir, hin geşedanên ne em û ne jî dijmin li bendê bû qewimîn. Ger ev geşedanana bi dîqet nehatana destgirtin û pêdiviyên wê bi cih nehatana, dibe ku dîrok bi awayekî dîtir bidomiyana. Û em bawer dikin ku bi vê mudexaleyê, me xwest ku e...
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan
*Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin?
Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan ...
Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye.
Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, ...
Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike.
Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî ...
Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye.
Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roj...
Li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan.
Di sala 2016'an de jî wê modela Xweseriya Demokratîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paralelî hev pêk werin . Eger di sala 2016'an de êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin.
Akp'ê Bı Zanebûn Dîroka Peymana Lozanê Hılbıjart
Di sala 2015'an de AKP'ê ne tenê xwe li destketiyên hilbijartinê ranegirt, di heman demê de xwegihandina hev a Kantonên Kobanê û Cizîrê û azadiya Girê Spî tehemûl ne...
Xwîna Azad’an, Çekdar’an Wê Li Erdê Nemîne, Hesab Wê Bê Pirsîn
Ji Gellême û Raya giştî re!
Rejîma AKP'ê ya mêtînger-faşîst roja 2'ê Gulanê li herêma Licê ya Amedê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyona hewayî û bejahî de tevî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser û ji fermandarên hêja yên HPG'ê Çekdar Amed û şeş hevalên me şehîd ketin. Piştî vê êrîşa xayin a dijmin, li xelekên şehadetê yên dîroka têkoşîna me, xeleke din zêde bûye. Li ser bingeha van şehadetan wê li eyaleta Amedê şer û têkoşîn xurtir bibe.
Hevalê Azad Sîser ji nava gelê me yê welatparêz ê Garzanê derketiye û mezin bûye. Ji Êlih a xwedî hestên xurt ên welatparêziyê, di sala 1992'an de tevlî refên partiyê bû. Di pêvajoyên girîng ên pratîkê de derbas bû, bû xwedî erk û li gelek herêmên Kurdistanê bi wezîfeya xwe rabû. Bi taybetmendiyên xwe yên paqij, durust û wêrekî da ser şopa Egîdan û bû xwedî meşeke giranbuha. Bi dilsozî û biryardariya xwe ya bi gel û doza xwe ve, di pratîka xwe de nîşan da ku ewladê gelê kurdistanê ye. Bi jiyan û sekna xwe ya şoreşgerî, bû fermandarek û rê nîşanî ciwanên Kurdistanê da.
Hevrê Çekdar Amed, ewladekî leheng ê Amed a berxwedêr bû, ku bi taybetmendiyên xwe yên berxwedêrî û wêrekî derdiket pêş. Li Amed a hestên welatparêziyê lê xurt in ji dayik bû, mezin bû û di salên 90'î de tevlî nava refên partiyê bû. Di têkoşîna xwe de sekneke hêjayî lehengî û welatparêziya gelê Amed’ê nîşan da. Fermandarekî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi rengekî milîtanî cihê xwe li refên herî pêş ê şer girt. Hevalê Çeko ku bi cesareta xwe her tim derdiket pêş, kedeke mezin da têkoşînê û weke hevalekî fedekar cihê xwe li çiyayên Kurdistanê û di dilê gelê me de girt.
Rejîma AKP'ê, ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi qedandina pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê me, di oxira hesabên xwe yên desthilatdarî û qesrê de li hemberî gelê me dest bi pêleke bêsînor a êrîşan kir, îro di nava rewşeke xitimandî de ye. Gelê me bi îlanên xwerêveberiyê û berxwedana xweparastinê li bajaran bersiv da van êrîşan. Gerîla jî qadên bejahî bi pêngavên bersivdayînê ve ev êrîşên dijmin bêbersiv nehiştin û derbên giran li wan dan. Vê berxwedana gelê me, plan û armancên kirêt ên çeteyên qesra AKP'ê eşkere kiriye û raxistiye pêş çavan. Gelê Êlihê yê welatparêz, di serî de fermandar Egîd gelek fermandar daye vê têkoşînê. Çawa ku li ser şopa Egîdan mîna fermandarê hêja yê berxwedana Sûrê Çiyager û Azad derxist holê, gelê Êlihê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz xwedî wê potansiyelê ne ku hînê bi sedan fermandarên milîtan bafirîne. Divê neyê ji bîrkirin, her ciwanekî li kolanên Amedê dimeşe, namzet e ku bibe fermandar Çeko. Di vê dema dîrokî ya têkoşîna me de şehadeta Azadan û Çekoyan ti carî windahî nîne. Weke ku di sedan mînakên li dîroka me ya têkoşînê tê dîtin, ev xeleka hêja ya şehadetê jî wê ji bo Amedê û tevahiya gelê Kurdistanê bibe çavkaniya hêzê û têkoşîna berxwedanê mezintir bike. Xwîna ti ji şehîdên me wê li erdê nemîne û hesabê wan wê bê pirsîn. Li ser vê bingehê em bang li gelên welatparêz ê Êlih û Amedê dikin, li ser xeta van ewladên xwe yên hêja têkoşînê mezintir bikin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em ji gelê xwe û malbatên xwe yên hêja yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.
5 Gulan 2016 Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî b...
Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, l...
Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin
Rêbertiya Partiyê: Navê te?
Eşref Başkale: Eşref Başkale
R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî?
E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me.
R.P: Xwendina te?
E.B: Dibistana navîn.
R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye?
E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim.
R.P: Çend heyvin t...
Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re
-Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek?
Serhed: Rast e Serokê min
-Ev biryar heye?
Serhed: Heye Serokê min
-Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye?
Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me.
-Ka hinekî xwe bide nasîn...
Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe.
Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di r...
Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike.
Garisa xwedan hêz...
Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, ...
Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her...
Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi ko...
Dîrokê her tim mirovên leheng afirandiye. Dîroka gelê me de jî yên wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran şehîdên bi rûmet, erdnîgariya Kurdistanê afirand û ev erdnîgarî qehremanên bênav dide jiyîn. Lê dîroka wan nedihate nivîsîn.
Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan yên vê xakê bûn. Dilê gel de kulîlkên berfînê bûn...
Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev ...
Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiy...
Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin...
Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim.
Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di z...
Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir.
Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî
Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam
Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan
Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar
Seranserê welatê min bibû taristan
Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da
Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman
Di dem...
Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv ...
Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê...
Hîn jî li benda mene li wê derê! Çavênwan ji asoyên sor naqerin. Dilê wan bênefer nabin, evîna dilê wan sar nabe, germahî û xiroşiya kêleyên hevdîtinê, hestdarî û rewneqê çavên wan xamoş û sar nabe. Û hîn jî li wê derê li benda mene.
Em jî di xaknîgara bêzagon de, di navbera erd û ezman de, li rex erşa yezdanê xemsar(yê ji erd û ezman mayî) de cîhê tevger ...
Kî dikare li dîmena destê mirovekî şoreşger û azad hatiye kelepçekirin, binêre? Mirovên ku dilê wan qerisîne, dibe ku lê binêrin û mîna serkeftinekê ji bo xwebinirxînin. Lê belê mirovên xwedî wijdan bi hêsanî nikarin li vî dîmenî binêrin. Ji bo vê rojê bînin bîra we despêkê em dikarin ji vê pirsê destpê bikin?
Wê kînge mirovahî di hundirê aramiyekê ...
Helbestvanên hemû zemanan, li hember we pênûsa min dilerize, nikarim hest û ramanên xwe derbirîn bikim. Lewra zanist negihiştî, kûr û kitekit be, hest bêyî zanistekî dîrokî be, ango parçe parçe be, lê di nava coş, hezkirin û peroşmendiyê de, ewqas jî birûmet, mezin û bilind be nikare te bi her awayî binivîse.
Lê hest û hizrê jinê di nava ru...