Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re!

Meha Gulanê ya di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de wek ‘Meha Şehîdan’ tê binavkirin, wek çawa ji aliyê têkoşîna gelê wan, ji aliyê têkoşîna şoreşî ya Tirkiyeyê jî meheke girîng a ku mîlîtanên pêşeng ber bi bêdawîtiyê hatine oxirkirine .

Ji ber 18’ê Gulanê roja şehadeta Hakî Karer ê Rêber Apo wek ‘ruhê min ê veşartî’ pênase dike, Îbrahîm Kaypakkaya, Halîl Çavgûn, Muslum Baran û Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner) e, wek ‘Roja Şehîdan’ tê bibîranîn. Di şexsê Hakî, Îbo, Halîl, Muslum û Çaran de em careke din tevahî şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin, bi vê têkoşîna me ji wan dewir girtî ve em soz didin ku bi serkeftinê ve em ê bîranînên wan zindî bigirin.

PKK, partiyeke şehîdan e .Fêmkirina rastiya PKK’ê, bi fêmkirina rastiya şehîdan mimkûn e. Eger gelê Kurdistanê ya bi polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ve hatibe asta tinebûnê, îro di pêşengiya PKK’ê de bêyî nîqaş hebûna xwe teqez kiribe û ber bi azadiyê ve dimeşe, ev bi saya rastiya şehîdan e. Di her gotin, her rêxistinbûyin, her têgihiştin û di her tevgerên têkîldarî Kurd û Kurdistanê de xwîna şehîdan heye. Bê guman, biryara têkoşîna ji bo welatekî ji hafizeyan tê tinekirin û ji bo gelekî ku hebûn-tinebûna wê nediyar û di vê oxirê de şehadet qebûlkirin wisa rehet nebûye. Li ser vî esasî, xeleka şehadetê ya bi Hakî Karer re dema têkoşîna me zîl dida destpê kir, ji bo gihiştandina ferd û civaka Kurdistanê ya bi cewherê wê re bûye bingehekî xurt.

Li tevahî dol, gir, qûntarên Kurdistanê, abîdeyên şehîdên ku bi hêstên xwe yên paqij û jiyana fedayî gelê xwe kirine ve azadiyê  dibexşînin hene.

Gelê Kurdistanê jî li gor şehîdên xwe, wek pêwîstiye xwedîderketina bîranînên wan singa xwe daye ber tank û tevahî artêşa dewleta Tirk a mêtinger, li ber xwe daye. Êdî rastiyek teqez e ku ti hêz nikare li hember vê berxwedana lehengî ya gelê me û şehîdên wê encaman bigire. Li ser vî esasî, gelê Kurdistanê ruhê xwe azad kiriye, mejî û dilê xwe heta dawiyê ji jiyanek mirovî re vekiriye, rûmet û serbilindiya xwedîderketina li şehîdên xwe dijî.

Şehîdên me nîşan dane ku doza azadiyê dozeke pêwîst e û bi nirxe di oxira wê de can bê dayîn. Bi vê ve jî zanebûn, wêrektî û israra di dozê ya gelê me û em hevalên xwe pêş xistine û kûr kirine. Îro jî, ev xelefên nifşên fedaî, berxwedana xwe didomînin û ji bo bendewariyên gelê me bi cih bînin, bêdudilî di rêya şehadetê de dimeşin. Herî dawî, Fermandarên me yên mezin Azad Sîser û Çekdar Amed ên 2’yê Gulanê li Amedê tevlî karwanên şehîdan bûn, dîsa hevalên me yên ciwan Ronî Zagros û Şahan Vestan ên 14’ê Gulanê li Oremarê bêyî tereddut ket nav dijmin û bi şerê fedaîtî gihiştin şehadetê û gelek lehengê me yên em nikarin li vir navên wan bijmirên bi meşa xwe ya ber bi Rojê ve, ji têkoşîna me ya azadiyê re dibin wesîle.

PKK’e, qasî ku bi şehîdên xwe re serbilind e û partiyek şehîdan e, biranîna wan ji bo bi Rêbertî re dike sedema azadiya gelê me, zehmetî û bêderfetî her çi dibin bila bibin wê li ber xwe bide û teqez bi ser keve. Tevahî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bi şopandina rêya van şehîdên leheng ve îro ruhê fedaî yê Apoyî di lûtkeyê de dijîn û wek artêşek gerîla ya fedaî, bîranînên şehîdan di berxwedan û meşa xwe de zindî digire. Tevahî hêzên gerîla, wê di xeta Rêber Apo de bimeşin, bi şîara “Kurdistana Azad-Rêbertiya Azad” sala 2016’an pêşwazî bikin û bîranînên şehîdên me yên leheng bigihînin lûtkeyê. Li ser vî bingehî, bi biryarbûna vê pêvajoya têkoşînê bikin pêvajoya serkeftinê ve em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin, em soza xwe nû dikin ku em ê bêyî tawîz parastina jiyanek li gor bîranînên wan bikin.

17 Gulan 2016
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel