Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

serok serokapoHer tişt ji bo ya mirov bi însaniyetê ve gîhandin e. Wexta em wiha tên hember we, em baş dizanin ku heta niha di we de tiştek nemabû. Hûn ketibûn, hineka we xistibûn, we nikarîbû.

A min bi rastî yanî di destpêkê de, berde alîkariyê, milet tev li dijî me bû. Yek ji vê xebatê ne razîbû, ji dê û bav bigir, heta hevalên te yên zarokî, ne bi te re bûn. Dozên mezin tev wiha ne; di destpêkê de dinya lê dijmine û wexta bi ser dikeve jî dinya dibe dost. Dozên erzan, di destpêkê de yên pêre pir in, lê di dawiya wana de tev direvin. Armancên biçûk re her kes  di destpêkê de dibêje ez pê re me, lê di zor û zahmetiyekê de jî hemû jê direvin. Armancên mezin di destpêkê de bi sebir, yek-du însan xwe pir dide ser. Sebra mezin, wêrekiya mezin dixwaze. Tabîî vaya bi pere mereyan nameşe, daîmî bi baweriyê, bi derfeteke mezin, yê wî armancî dimeşîne. Wexta xwe digre, li nava gel xwe direşîne, dinya li hember rabe jî nikare bide sekinandin. Dibe malê însaniyetê. A PKK'ê jî wiha bû. Bîst salan beriya vê di vê biharê de wexta me destpê kiriye, min bi xwe dîsa bawer nedikir ku wê ev kar bi serkeve. Belê, îmana min pê hebû, lê ez tenê bûm. Dijmin jî dijminê hezar saliye û nahêle tu nefesê bikişîne. Tabîî meseleya dost û dijmin çi ye, hûn vê baş nizanin. Yekî li hember dijminê xwe, xwe winda kiriye; çi xêr ji vî însanî derdikeve? Yekî sebeba kuştuna xwe nizanibe, yekî sebeba windabûna welat nizanibe, yekî sebeba ji destçûna azadiya însan nizanibe, ti xêr di vî însanî de nemaye. Mixabin însanê Kurd jî xwe wiha kiribû. Yek nabêje ev xerabî, ev reşahî, ev mirin bi çi awahî hatiye serê min? Ma mejiyê Kurd maye? Na. Wexta em rabûn mejî tunebû. Fikrekê Kurdî hebû? Na. Min çiqasî çend pirs digotin, tevan rûyê diguhertin, direviyan, digotin tu bi karê vala xwe mijûl dikî, te xwe xapandiye, te xwe şewitandiye, tu dixwazê me jî wiha bikê. Însanên me tev wiha bûn. A mîrov bêje, xiyaneta mezin me di xwe de çêkiribû. Di dîrokê de mirov nikare mîsal bide ku tu gelan, tu miletan wiha xiyaneta xwe kiribe. Tuneye. Tabîî bi destê xerabê xwe, bi destê serokên sexte û paşê jîev tişştana bûn sedem ku em bixwe xwe bikin vî halî.

Ji bo vê ez dibêjim, ev PKK çi ye? Ev serkevtin çi ye? Ev kar çi ye? Niha hûn dibînin ku yê mirî em in, ê tenê mayê em in, ê li paş alemê mayê em in, welat kî der e? Siyaset çi ye? Em bi çi re ne? Em bi çi awahî pê re ne? Van pirsan hûn nuh ji xwe dipirsin. Heta wexta dipirsin jî hûnê bêjin wey me xwe kiriye çi halî! Guneh in tabîî. Çima jiyana we tev wiha çû? Çima tiştên bi xêr nikarîbûn bikevin ve jiyanê? Ez tim dibêjim çima ev bar tev hatê serê me? Ne vala ye yanî guneh e. Ez radikim, ez ji bar natirsim, lêhûn jî hinek tiştan ji xwe bipirsin. Em ji însanên Kurd re, ji bo hemû gelê Kurdê wiha me jî di serî de neyê dibêjim û hûn hemû jî dibêjin em jiyanê dixwazin. We bi çi awahî bi jiyanê lîst, ez dibêjim. Ev mejî we ji bo kê şixuland, ji bo ku pêkar bû? Ev mejî tew we pêkar nekir, kete erdê. Çima? Ne niha, yanî niha ez ji civakiya Kurd a berê pir aciz im. Çima? Yekî ku dêhn be, dîsa nikare rehet xwe têde bihêle. Yanî mirov dêhn bikin, dîsa mirov nikare têde bimîne. Yanî îzah nabe, we çima xwe kire vî halî. Bîst, sîh milyon însan zêde niha her kes jiyanê dixwaze, her kes rêyeke rast dixwaze û pêşiya tevan jî qut e. Însanên dikin zindanê ez dikarim bêjim ji vê ne xerabtir e. Yanî zîndana em li ser rûyê erdê têde ne, ji wê zindana din xerabtire. Yekî xwe bike zîndanê, jiyanê tev ji xwe re bike zîndan, ji me bêhtir kes tuneye.

Di destpêkê de min nexwest ez bi xwe bikenim, min got ez hebekî durust bim. Her kes li ser berjewendiyeke biçûk ji meseleyê direve. Hevalên bi destê me çêdibin, dîsa ji şer direviyan. Ji bo meaşeke biçûk, ji bo rehetiyeke wiha sivik, yek li dora me namîne. Însaniyeta min qebûl nekir ku ez jî birevim. Wexta îmkan derketin ku ez şexsê xwe bifilitînim, xelas bikim min qebûl nekir. Min got tu qiymeta jiyaneke şexsî tuneye. Min got jiyana şexsî, bila girêdayîbe bi jiyana vî miletî ve. Em ji vî miletî re çi bikin, çi nekin. Yanî me qirara xwe da ku em xwe bi ser vî karî din. Ev tam bîst sal tijê bûn. Ez nefes bi nefes im. Min wiha destpê kir, niha jî wiha me. We jiyanek meşand. Ez naxwazim we biêşînim, lê wiha ye. Ez her roj li ser hevalan disekinim, dibêjim ev çi hale? Tu di şerde yî, tu di siyasetêde yî, tu çi dikî? Ma wiha bi vî halî dibe? Bi kêmasiya, bi şaşîtiya wiha bizdiyayê nikarê rabê. Dijmin li pêşyê ye, bihostekê gihiştiyê nikare rabe. Tê bivî şexsî re herê ku derê? Naçe. Her roj li ser im. Halê we hîn girantir e. Ez dizanim ku dijmin li we wiha kiriye, miletê Kurd avêtiye erdê. Dijminê hezar salî ye. Hûn gî ajotine, hatine van halan. Çawa bi ser we de meşiya, we got qebûla me ye. We got ji jor de hatiye, xwedê jî, pêxember jî vî tiştî qebûl nake, lê we qebûl kir û bi navê dîn û pêxember we li yaqê xwe dît. Ez di virde jî tim dibêjim, dibêjin em wiha musluman in. Li dîroka muslumantiyê binêrin, vî tiştî qebul nake. Tu dîn qebûl nake, bes însanê Kurd qebûl kiriye. Hûnê bêjin em bêçare ne. Ê bêçare, bêçare heta ku bêçare! Nezan, nezan, heta ku nezanî?

Welhasil, di destpêkê de min got vî welatî qebûl bikin, bila vî gelê jî qebûl bikin, bi ser de herin. Me pê nelîst. Yanî çend soza me daye, me pê nelîst, em pê re bûn. Bi rastî pir bi hesasiyet, pir bi hişyarî ez van salan de bi ser de meşiyam. Ez ecêb meşiyam. Deqqe bi deqqe bi hesap, bi tedbîr, bi tirs, bi cesaret; tev bi hev re. Berê mirinê deqqe bi deqqe li pêşiya çavên te ye. Wiha bi ser de dimeşe. Ma mejiyê însên vî tiştî radike? Na. Yanî Şex Seîd di panzdehê Sibatê de destpê kir, nikarîbû heftiyekê li ber xwe bidaya. Got ez çi bikim, wexta şer destpê bû di heftiyekêde got, "Ez herim vana bibînim, teslîmê wana bibim, nebim. Û deh hezar însan-leşker jî li dora wî bûn. Nikarîbû rakiraya. Zahmet e, serokiya serhildanan bike, ya şerê Kurda bike. Nikarin. Heta niha pir rabûne, li jiyana wana binêrin, nikarin nefesê bikişînîn, Ê Barzanî, wexta Şaxê Îranê alîkarî jê qut kir, di bîst û car saetan de sed hezar pêşmerge hebûn got "Dest ji sîlahan berdin û birevin." Sedem çi bû? Îranê alîkarî qut kir. Lê belê wiqas sîlah jî di desta de bû, nikarîbû 24 saetan li ber xwe bidaya. Zahmet e. Yanî mejî ji mirov dixwaze, baweriyê, dil dixwaze. Niha bi navê me her kes radibe. Zarok jî, jin jî bûne artêş, lê belê tu were ji min bipirse bê ev kar biçi awahî, çawa dimeşe. Hevalên me erzan tev sîlahê li xwe dixin. Mirin heye, belê, bes bi çi awahî dimeşe. Mesûliyeta giran çi ye? Di dîroka Kurda de heta niha kê çend salan berde çend mehan îdare kirine. Vê nafikirin, wekê koliyan xwe diavêjine. Ê bi vî awahî nabe. A girîng wexta min ev gav avêt, mesûliyeteke giran bû. Mirovên mezin bin, li ser jiyana Serokatiyê bisekinin. Ev jiyan ne ya min e, ya şehîdan teva ne, yanî ya miletekî ye. Di vir de nuh hebûn, nuh xwe çêkirin di van salan de me çêkir, hûn ê vê bibînîn. Jiyana ez dimeşînim, ne jiyana ku hûn dimeşînine. Pir ferqiya mezin heye. Niha milet li ser vê jiyanê radibe. Mirov rast bike.

Her bijî niha milet tev têkilîdar dibe. Di Kurdistanê'de ji vê meseleyê behtir ti mesele nînin. Niha her kes  roj û şev li ser vêye. Dipirsin, ev PKK çi ye? Salên çûye çibûn û behtirî vê van salên li pêşiya me wê çi bibin? Emê bi çi awahî bikin? Roj û şev li ser vêne, di şerdene.

Yanî ev karê bîst salan tabîî ez yek bi yek bêjim, bi sedan kîtap (pirtûk) jêre lazimin û me nivîsandiye jî. Di demekê direjde jî wê pir li ser bisekinin, Ji vê bêhtir em li ber çavên wene. Li halê mirov binêrin, li jiyana mirov binerin hûn dikarin dersên imrekî jê derxin. Bi hezar salan pir kes rabûn, nikarîbûn tiştek bikrana. Ne ez bûma, dîsa hezar salî kesî nikarîbû ev tişt bikraya. Li dora xwe binêrin bê pergal bi çi awahî belav dibe bibînin. Li dor xwe binêrin bê însanên Kurd, serokên Kurd çi dikin? Û ne mesûliyet biçi awahî girt? Mirov hinek tiştan di cih de bibîne û li ser vê mumkune hinek tiştan çêbikin. Yanî gelek dost tên dor me dibêjin "em nuh meseleyê fêhm dikin. Me nizanîbu heta niha wihaye."

Min berê jî ev tişt digotin, lê niha bêhtir dibêjim. Niha dijmin deqqe bi deqqe destê xwe li sermeye û roj-şev karê xwe dikin, şer dikin, şerê taybetî. Û doh jî Demirel digot, li Erzûrûmê, li ser şerê taybetî dibêje, "Me îroj jî çengek herî avêt ser çavên wana, we wiha meş çêkir, ev meşa we çengek herî bû ji bo ser çavên wana." Yanî karê wana roj û şev heriyê bavêjin ser çavên me, çavên me kor bikin. Ew meşên çedikin, alê ra dikin, leşker, gel meşandine li dijî me. Berê jî ev tişt dikirin lê me hay jê tunebû, niha eşkere dikin. Û pê dikenin, dibêjin emê di pêş de we baş îdare bikin we zengîn bikin. Vî tiştî jî dibêjin. Lîska wana kevine.

Yanî silav(selam) li ser van rastiyane nizanim yanî, her yekî jiyaneke wana heve, tedaxul nekin, lê selama min li ser jiyana însanê Kurd li gorî van rastiya ye. Wekî din ti rastiyê ez wiha çi qîmetê didimê tuneye. Derket ku ya rast jî eve. Di welatde şer dimeşe, eyba tewra mezin dijmin wiqas di welêt de her tiştî bike, tu tiştekî nekê bû. Me ev eyb rakir. Û tu zimanê xwe lal bike, devê xwe bi zencir bike, li hemher dijminê xwe tiştekî neke, me ev jî rakir. Niha hemû di serhildanêdene. Me însanê Kurd peqand. Niha her kes rastiyên xwe bang dike, dibêje. Yanî me eyba mezin hilanî.

Ew xiyanet mezin bû. Sala çûnê em bi ser xiyanetêde çûn, derb li wana ket. Niha zeyif ketiye, wekê berê xiyanet jî nikare lîska xwe bike. Bitiştên nuh wê were.

Niha di Kurdistanê de jiyan şer e. Jiyan girêdayî şer e. Yekî dibêje ji bo vî welatî, ji bo vî miletî ez heme, di şer de ye. Jiyana bi namûs eve.

Tabîî şerê me bi çi awahî dimeşe, taktîkên şer çine, serokiya şer çi ye? Roj û şev ez li ser disekinim. Ne cîhê mirov wiha bi kûranî li ser bisekine. Roj bi roj em bi çi awahî li serin, îdare dikin? Jiyana me li ser vanaye. Ez dikarim vê bêjim; ev şer nakeve. Dijmin pir xwînxware, dijmin bi hemû hêzên xwe tê. Alem hemû ajote ser me, xisûsiyeten sala çûyî, xwest me hilîne û qirara wî niha jî wihaye. Kûçuk bu, di dawî de şewitî parçe bû, mir; bi plan tê Diyarbekrê, têde nivîsandiye, "di biharêde emê biqedînin." Di plana Eşref Bitlis de çi hebû? Qedandina PKK ê qedandina gel. Demirel jî jê dixwaze, dibêje "Paşe, tê vê biharê me jî wana xelas bike." Dibêje "Belê, ezê we ji wana xelas bikim." Niyeta dijmin ev e, hesabê dijmin eve. Ji mirinê bêhtir li ser te tiştekî nabêje. Ne dijminekî biçûke, yanî yekî Tirka nas neke xwe nas nake. Faşistê Tirk çiqas milet ji ortê rakir, çiqas welat wêran kirin, çiqas koka miletan kolan. Kurd jî di dest de weke çivîkekîne, wekê berxekêne, jêre loqumeke, dibe ez çawa bixwim. Ji vê behtir li ser te tiştekî nafikire. Di dunyêde mustemleke (metingeh-kolonî) hene, bes kes ne weke meye. Pezekî te hebe ku tu lê binêre tê je fêdeyê bike, ew li te nanere, bi însaniyeta te dileyize, heta dawiyê te didoşe, te dibire, her tiştî te dixwe û tişteki jî nade te. Dijminekî ecêbe yanî. Min got ku yekî dijminê xwe nas neke, xwe nas nake. Sûcê we yê tevra mezin, we dijminê xwe ji bîrkir. Meseleya vê ketina xwe naynin bîra xwe. Yekî bi aqil derneket, negot ev çi hale, em çima wihane? Tabîî, hûnê vî hesabî çawa bidin? Em her roj bi PKK'ê re şer dikin, bi hevalanre şer dikin, li şaşitiyan mahkemaya wana jî dikin, tabîî em ji bo gel jî hinek tiştan dibêjin. Çima gelê Kurd heta niha xwe kir vî halî? Dibêjin, axeyê me wiha kir, begê me wiha kir, dewletê wiha kir. Tu jî însan bû, te çima hebekî xwe aciz nekir, ne fikirî, te her tişt qebûlkir. Çima? Ma dîn wiha digot? Na. Ma feylezofîyê wiha digot? Na. Tu ilim wiha digot? Na. Dibêjin, ez tirsiyam min xwe wiha kir. Heta ku tirs, heta kn qebûl kirin? Dibêje ez neçarbûm. Tu însanê, çima, însan dikare xwe bi çare ke. Ewe, vaye li serê xwe bûne bela. Dibêjin nexweşbûn, birîndarbûm, wiha bûm, weha bûm... Bi xwe dikenin. Ev çi ye, çi şexsiyete, çi jiyan e? Her tişt li yaqî meye. Em bê dozin, berastîna em dikavin rêka her kes î. Kî bixwaze me bixapîne, em di lîska wanade ne, kî bixwaze weke hemmalan, çi tişta bidin pêşiya me, em bi serde diherin. Dibêjin, em wiha elimandine, em, wiha îdare kirine. Ev çi ye? Bi dehan partiyên dijmin hene, bi van partiyarene. Em dibêjin tu çima pêreye, dibêje hebekî menfeata min heye. Ma menfeat wiha dibe? Dibêje, wekîdin çareya min tuneye. Tabîî ne wihaye. Tabîî hêrsa min a mezin çibû? Min çima milet tev li hember xwe hişt û min qebûl nekir? Ma fîşengeke min hebû? Na. Ma qirûşek pereyê min hebû? Na. Ji bo we ez jî were dibêjim. Niha belkî hûn dibêjin em yextiyarin, lê zarokên we hene, mirovên we hene, dor we haye, gundiyên we hene. Her kes  bila hay ji xwe hebe. Min got ku ma kes bê welat maye? Welatê kesî wiha xerabe maye? Na. Yeke din heye; bê karin, betalin. Tev nexweşin. Di destpêka însên de dîsa însan wiha neketibû. Yanî wexta nuh însan li ser vê heriyê radibû, dîsa ji we bi aqiltir bû. Yanî niha ji mere dibêjin, yaw te çima xwe kire vî halî, tû çima wiha ecêb kar dikî? Ez jî ji were dibêjim, ma di tarîxêde kes weke me heye? Kesî wekê me xwe kirê vî halî? Çima ji me însanekî xûrt, serokekî xûrt derneket? Bi rastî însanên me, mirov nikare bi yekîre karekî xûrt bimeşîne. Na, ez ne ji we tenêre dibêjim, hevalên min, ên ev deh-panzdeh şalin ez pêre kar dikim, nikarin. Yaw heval ev bîst salin ez alîkariya te dikim, tû çima nikarê hakîmê vî karî bibe? Qûweta xwe wiqase. Tê de çê nabe. Jiyaneke pir erzan daye ber xwe, nikare xwe jê derxe.

Çêbûna min çibû? Çêbûna min li ser van tıştan bû. Ez mezin jî bûm nikarim qebûl bikim. Tiştên hûn têde, ezê jê derkevim. Tiştên we tevan dike hêsîr, ezê xwe jê derxim. Yanî zid û zid û zid. Yanî dij û dij û dij... Netîce ev jiyana min me derxist. Hêrsa di me de -heta niha jî heye- ku ne siyaset bûya, wekê usûla berê bûya, me yê rojê lazim e li çend xistaya. Çima ranabe, çima xwe tedrîb nake, çima xwe nake nîzamê? Mirov wiha dike. Tabîî niha îmkan û zirûf vî tiştî ranake û cihê me jî tenge. Dem ne demekê tu wiha hişk bi serde herê. Lê belê şaşitiyên, xerabiyên têdene ne mumkune însan sebir bike. Ji bo vê ezdi bejim kû ev kar li ser çi rabû, li ser çi me ev mesûliyet girt û ez ne dêhnbûm, kesî wekê min bi aqil gav nediavêtin, lê belê mecbûrbûm karê ku dehn qebûl nekin, me qebûl kir, yekî xwe nezîke neke me xwe nezîkê kir.

Meseleya dijmin mezin e. Dijminekî ku bi te her tiştî bike, tu tiştekî pê nekê. Tê li ku bêje ez peya me. Yanî însanê Kurd bila ji xwe bipirse. Yanî ez naxwazim eybên we tevan bidim ruyê we. Lê ez xwe wiha peya nahesibînim. Ez xwe ji tevan biçûktir jî dibînim. Ez xwe wiha mezin jî qet nabînim. Di destpêkê de û heta niha wiha me. Lê peyatiya wiha ez nikarim qebûl bikim. Ma ez ji însên hez nakim? Na min ji we hez nekiribaya, ji bo we wiqasî ev kar dikir? ku hurmet qîmet tûnebûya me wiqas însan dikir yek. Na. lê belê dîsa jî ez dibêjim ne lazime, ev peyatî, ev şexsiyet. Bêhtir tişta ji mirov dixwaze. Min gotiye hinek tişt ji min dûrbe. Tu dibêje her tişt ji bo te. Meseleyeke mezine. Ma însanek li ku bi tenê serê xwe van tiştan tev hal dike? Ku ne wihabe jiyan fetisiye. Niha yek di mala wekeve, neheqiyekê li we bike, xebera ji tere bide, çend çoyan li texe, te çi bikê? Zaroken te, jina te ji destê te bigrin birevin tê çi bikê? Heta ji deste te tê der, tê li ber xwe bidê. Welat jî wihaye. Welat ji mala we ya şexsî bêhtir male. Ew jî mala miletekiye. Mala miletekî jî ji mala şexsekî behtir mezine. Beriya her malêye. Ê dijmin, heta dawiye ketiyêye. Çi tê ber talan dike. Niha hûn dibêjin belkî dêhne, ma mirov wiha kar dike? Lê her tişt talan bûye, her tişt ji dest çûye, dihere, tu neke çend pere qîmetê xwe heye. Di vir de du tişt çêdibin. Yek, tê pir li ber xwe bide, yekê jî tê pir bîaqilbe. Ku tu li berxwe bide, tu bi aqil nebe tê bişewite. Tu li ber xwe nede, tu bi aqil nebe tê bi xayîn be. Ne di vê kevim, ne divê kevim. Ez berê jî di jiyana xwe de wiha bûm, xisûsiyetên vaye ev bîst salin ez li ser vême. Ecêb li ber xwe bide, pir bi aqil be. Îroj nekev, sibe nekev. Ha mumkune ji vir tiştekî bigre, ha mumkune ji wir tiştekî bigre, xortên we çêkirine tev hûn dizanin bi çi awahîne. Yanî başiya min çi bû? Dê û bevê min nikarîbûn ez bikrama xort, dev ji min berdan. Nêrîn ku ez li ser rêka wana pirr çênabim û quweta wana jî tunebû, ji xwe maleke zeyifbûn, nikarîbûn pir tişt bi min bielimandina. Di destpêkê de min bi xwe xwe elimand. Tê bîra min her dem ez li ser xwe sekinîm. Heta niha jî ez bi xwe xwe çedikim.

Ê we çekirine, em dinerin ku mirov dîsa eybê di wana de bibîne, na, mesele îmkanên we jî tunene. Hûn li ser çi însanan çedikin? Karê leşkerî, siyasî, îdeolojî, tanzîmî nizanin. Karê tiştekî nizanin. Ê min ez roj û şev li ser disekinim, nikarim hebekî bi kêfa xwe, pê şer bikim, kar bikim. Feqîrin yanî, bi mirina xwe pê re ne, pir fedekarin, bi cesaretin, lê belê nizanin. Yanî zû jî dest diherin. Dijminê xwe, fenên dijminê xwe nasnakin. Nikarin bi siyasîbin. Karê leşkerî tev nizanin. Yek bi bîsta, bi sedî dileyîze, nikarin sekinandin bidin. Hemû bi hev dileyizîn, nikarin lîskê sekinandin bidin. Hemû tiliya Kurda di çavên hevdene, nabêjin em sedî sed jihevre lazimin. Yek li yekî baş guhdar nake. Wiha hîn bûne. Çima? Heta niha îdeolojî tuneye, siyaset tuneye. Kê çi avêtye ber wana, wiha gotine. Kê çi hatiye ber dev wiha xeber daye. Kê tiliya xwe daye ber çavê ke wiha derxistiye. Yanî hevdû xerabe kirine. Li ser vê nerînê welatî me mahf bûye. Netice niha welat wiha bûye her kes pêsiya xwe diavêjê. Ku yekî xwediyê vî welatî hebûya ma wiha dibû?

A mûhîm yanî, egîdî, mêranî ne ji bo malbatekê, ne ji bo çend zaroka ne. Ji bo meseleyê mezin e. Yekê din heye; her kes dibêje ji bo malbatê, malbatê, malbat jî ji dest mirov dihere. Çima? Ku welat tunebe, insaniyet bi temamî di nava te de nemeşe wê malbat li kû bimîne, te li ku bimîne? Yanî pir sebep hene, ku me çima dest bi vî karî kir û em heta vir hatin. Heta niha ev karê min tenê dihesibandin. Dijmin jî heta niha vî karî ê min tenê dihesibîne. Dibêje ew tenê vî karî dike, ew tenê ev doz derxistiye. Mesele ne mesela Kurdaye, ne meseleya Kurdistanê ye, ev meseleya Apo'ye, dibêje. Dibêje em tevan efû dikin, Apo tenê efû nakin, çima? Ji ber ku ew van tişta derdixîne.

Di virde çi derdikeve holê? Dijmin me xwedî doz dihesibîne, xwedî welat dihesibîne. Navê welate me layiqî me nabîne. Ev yek. Û yeke din heye. Dibêje werin ez we tevan efû bikim, pê bileyizin, ev nêrîna dijmine, heta niha. Tenê ji bo min dibêje ez efû nakim. Yekî dijminê xwe nas bike wê xwejî nas bike. Dibêje doza me ne bi gelê Kurd reye. Her roj vî tiştî dibêje. Dibêje doza me bi yek şexsîreye. Dibêje em tedê li gel nadin, li yek şexsî didin. Ev tiştekî îspat dike ku dijmin em ji xwere kirine pez, wiha me îdare dike. Tabîî ev hêrsa me, ecelebûniya me, lez û beza me çi ye? Li ser van tiştane. Nihabelkî hûn neçar mane, belkî hûn ditirsin jî, dibêjin ji me tiştek naqede, lê doza me mezine. Bawerim hûn her roj limêj dikin, hûn her roj destê xwe radikin û niyaz dikin. Ev tev ji bo meseleyên wihane. Bingeha li mêjê, rojiye, niyaza ev tiştên esasî ne. Yanî mîrov musluman be, lê rast musluman be. Tabîî ez nabêjim di carekêde bi muslumanên mezinbin, ne mumkune. Dia bikin, roj bi roj tobe, estexfar bikin ku Xwedê û pêxember ji xwe razî bikin. Kuhûn nekin kes ji we razî nabe. Ma ez dêhnim vî karî dikim? Ji bo ez xwedê ji xwe razî bikim, pêxember razî bikim.

Doh min yek dost dît, metropolît bû, ez ziyaret kirim. Hûn dizanin ew jî xwedî ol in, Xirîstiyan in jî, dînê îslamê ji xwe re dipejirîne. Digot "Îsa jî wekê te kar dikir." Rast e yanî. Min got jiyana me wekê jiyana hemû pêxembera ne, em li ser rêka wana dimeşin. Bi rastî jî wiha ye. Mesele kar û jiyan bixwe ye. Şekl û şemal pişt re tê. Ez jî yek caran li jiyana pêxemberan dinêrim, li rêka wana dinêrim, di Rojhilata Navîn de karê wana kiriye,

ez dibêjim ku niha ez dikim, ji ber ku karê însaniyetê’ye.