Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji gellême û raya giştî re!

Leşkerên Tirk ên bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, ji sala 2000'î û vir ve ji cihê xwe neliviyan e, bi tenê li leşkergehên xwe diman. Ji sala 2004'an û vir ve, tevî ku di navbera hêzên me HPG û dewleta Tirk de car carna şer giranb û jî, ev hêzên dagirker ji bilî berhevkirina agahiyan neketine nava ti hewldaneke aktîf . Lê belê di mehên dawî de liv û tevgera vê hêzê hatiye tespîtkirin. Hem bi balafirên keşfê yên bi tîpa drone li derdorê tevgera hêzên me dişopîne, hem jî bi vê çavdêriyê ve, ji bo lêdana bi bandor a balafiran ketiye nava hewldanan.

Hêzên dagirker ên Tirk ên li nehiya Kanîmasî ya Duhok-Amediyê bi cih bûne, herî dawî di 29'ê Gulanê de derketiye herêma bi navê Girê Ortê ya li Metîna. Li vê derê, ji nişka ve ew û yekîneyeke me li hev rast hatine û yekîneya me ya li vê derê qet ne li benda leşekrên Tirk bûn, di cih de ketine nava şer. Di vî şerî de 2 hevalên me şehîd bûn, hevalekî me jî bi birîndarî dîl hatiye girtin. Tevî ku ji aliyê artêşa Tirk ve hat gotin serpelek (ustegmen) hate kûştin jî, hejmara kuştiyên leşkeran zêdetir e.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe de rastî berevajî kir û îdîa kir ku hêzên me êrîşî baregehê kirine. Halbûkî ji herêma baregehê derketine, ketine nava herêmeke carna hêzên me lê tevdigerin û li vir şer derketiye.

Bêguman ev tevgera dewleta Tirk a li herêma Behdînanê manîdar e. Eşkere ye dixwaze li Başûrê Kurdistanê tevlîheviyê bike, nakokiyên navbera Kurdan kûrtir bike. Erka hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hemû hêzên pêwenîdar e, ku rê nedin van provokasyonan û li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine:

andok agit_small

 

 

 

Nasnav: Andok Zindan
Nav paşnav: Agît Akbay
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Hayriye-Sedrettîn
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2016 / Metîna

 

 

kendal ali_small

 

 

 

Nasnav: Kendal Sîdar
Nav paşnav: Alî Firat Mîkaîloglû
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulîzar-Osman
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2016 / Metîna

 

 

Gerîlayê me yê bi navê Bager Ararat (Sînan Yaşar) jî bi birîndarî dîl hatiye girtin.

2 Tîrmeh 2016
Fermandarîya Biryargêha Navendî ya Parastina Gel