Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 
. Li vir çepera hat hedefkirin şewitî, 5 leşker jî hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên li herêmê qada Bînbîr dan ber obus û hewanan.

Di 16’ê Cotmehê de saet 10.00’an hêzên me li dijî girekî li nêzî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin. Leşkerên li gir dest ji 4 çeperên xwe berdan û revîn, li eraziyê belav bûn. Di encama çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone dema li ser qadê digeriya hat ruxandin.

Di 16’ê Cotmehê de saet 10.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kuleyek qereqola Şkêr a girêdayî Çelê dan. Li vir kule hat texrîbkirin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Artêşa Tirk di 10-15’ê Cotmeha 2016’an li qadên Şehrîban û Rîsor ên girêdayî Şirnex’ê dest bi operasyonekê kiribû. Cerdevanên gundên Navyana Şêxa, Mila Kêrê û Kaniya Qeymeqam jî tevlî vê operasyonê bûne. Piştî dijmin li girên Çelê Nimêja, Hêliz û hin girên stratejîk çekên giran bi cih kirin, dest bi operasyona bejahî kirin. Di 12’ê Cotmehê jî saet 12.00’an dema leşkerên ku hewl didin bi pêş ve biçin li girê Tepê Kirdoş xwe bi cih kirin, gerîlayên me çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku vegeriya şerekî demkurt, bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Heman rojê li qada Çelêsor li dijî komek leşker çalakiya sabotajê hat lidarxistin û li vir 3 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di 13’ê Cotmehê li dijî leşkerên ku xwe li Girê Hêliz bi cih kiribûn çalakî hat lidarxistin, bi zelalî leşkerek hat kuştin. Leşkeran, di 15’ê Cotmehê bê encam xwe vekişandin, kerba ku darbeyên xwarîne jî ji dar û baxçeyên gel derxistin. Rez û baxçeyên gel ên li Rîsor û Şehrîbanê şewitandin, li gelek deveran jî zerar dan daristanê û dar jêkirin. Agirê ku domahiya operasyonê li qadên Şehrîban, Rîsor, Çiyayê Fila û Besta Bilazûr bi daristanan girtî hê jî dewam dike.

Di 16’ê Cotmehê de saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Wan- Colemêrg’ê li dijî leşkerên ku rê kontrol dikirin çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Operasyona artêşa TC a ku 7’ê Cotmehê li qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amed’ê dabû destpêkirin, êvara 15’ê Cotmehê vekişiya.

Operasyona artêşa TC a ku 11’ê Cotmehê li qada Ûranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê dabû destpêkirin êvara 15’ê Cotmehê vekişiya, li eraziyê hin yekîneyên veşartî hiştin. Di vê operasyonê de bi 5 gerîlayên me re têkîliyên me qut bûne.

Di 15’ê Cotmehê de şexsê bi navê Alî Şen ê ku mabeyna taxên Pişî û Meydanlar a girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dersîm’ê dar dibirîn, piştî ku hat hişyarkirin hat berdan.

Di 16’ê Cotmehê de balafirên şer ên artêşa TC li dijî bejahiya navçeya Pîlemûrî ya Dersîm’ê êrîşên hewayî li dar xistin. Têkîldarî êrîşan her ku agahî werin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Di 16’ê Cotmehê de saet 10.40’an balafirên artêşa TC qada Deriyê Dawetiya ya girêdayî herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.

17 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG