Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

JI RAYA GIŞTÎ Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE!

Em cejna Newrozê ku roja rizgariya gelên bindest e, di despêkê de Ji Rêber Apo re ku gelê me ji tunebûnê xilas kir, û me gihand nirxên xwe, ji hemû malbatên şehîdan re, ji gelê me yê welatparêz re, ji dostên gelê me re, ji rêhevalên me re û hemû gelên ku baweriya xwe bi vê kevneşopiyê re tînin re pîroz dikin, şehîdên xwe yê nemir ku Newrozê gihandin wateya xwe ya rastîn di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Doxan de bi bîr tînin.

Rohaniyê ku şehîdên me yên leheng belav dikin her tim rêya me ronî dike û ev ronahî dihêle ku em ji azadî û kevneşopiya Newrozê re hîn zêdetir werin girêdan.

Newroz vejîna hêviyê, meşa mezin ya azadiyê yê gelên me ye. Di tevahiya dîroka Kurdistanê de gelê me li hemberî dagirkeriyê her tim bi rihê Newrozê re li ber xwe daye û baweriya xwe ya ji jîyana azad re parasti ye. Newroz navê parastina hebûna xwe, parastina hemû nirxên xwe yên netewî û cîvakî û sekinandina hemu xetereyên li ser nirxên netewî û cîvakî ye. Di dîroka Kurdistanê de agirê Newrozê bûye agirekî ku her tim mizgîniya serkeftinê daye û bi vê awayî xwe gihandiye asîmanan. Di vê wateyê de gelê Kurd gelê Newrozê ye. Gelê Kurd xwe di agirê Newrozê de afirandiye, û bi vê awayî hebûna xwe, yekîtiyê xwe û rêxistinbûna xwe di van axan de mayînde kiriye.

Gelê Kurd êdî zilma dagirker, pergala înkarê, heqeretê û bêstatûbûne ku jê re tê ferzkirin, wekî aktorekî girîng a pêvajoya ku li Rojhilata Navîn tê jiyan kirin qebul nake. Di merhaleya heyî de gelê Kurd di pergala zilm û înkarê ku jê re tê ferzkirin de jiyankirinê re rojek jî nikare tehammul bike. Gelê Kurd li gorî dîroka xwe, êdî dixwaze wekî gelên din, bi awayekî azad û bi nasnameya xwe ve jiyan bike. Ji ber vê yekê gelê me di qadên Newrozê de agirê Newrozê gur dike û bi diruşmê "Emê teqez bi ser kevin" vîna xwe ya azadî, demokrasî û çareseriyê datîne holê.

Di vê pêvajoyê ku çarenûsa gelê Kurd diyar bibe de, li hemberî rastiya azadiya Kurdistanê Dehakên hemdem dikevin tengasiyê, baweriya xwe bi xwe naynin, beşên Kurd yên hevkar dixin meriyetê û bi vê awayî dixwazin encam bigirin. Di vê pêvajoya dîrokî ku çavên hemû cîhanê li ser Kurdistanê ye û dewletên dagirker dixwazin gelê me tune bikin, li hemberî polîtîkayên şerê taybet divê hemû hêzên Kurdistanî û derdorên demokrat hişyar bibin. Ew kesên ku bikevin dafika faşîzma AKP-MHP'ê wê mîsoger li hemberî gel û dîrokê hesab bidin. Roj ev roj e ku hemû hêzên Kurdistanî li hemberî polîtîkayên dagirker di bingeha xeta Kongreya Netewî-Demokratîk de bibin yek û li hemberî hemû xetereyên derve gelên me biparêzin.

Êrîşên qelleş ku bi taybetî di demên dawî de li Şengalê li hemberî gelê me yê Êzidî û Yekîneyên Berxwedana Şengalê tên meşandin êrîşên provakatîf in û tu eleqayên wan bi Kurditiyê re û bi welatparêziyê re nîn in. Hele hele êrîşên çekdarî ku li hemberî xwepêşandana aşitîxwaz û sîvîl yê gelê me yê Şengalê - ku mexdurê fermanan e- re tê kirin dervayî mirovahiyê ye. Avahiyên ku vê êrîşê pêş dixin demildest divê dev ji êrîşên li hemberî gelê me yê Kurdên Êzidî û wekî Daîş'ê tevgerînê berdin.

Gerîllayê Azadiya Kurdistanê Newroza 2017 bi coşeke mezin pêşwazî dike û di wê biryarbûnê de ye ku vê Newrozê bike despêka pêvajoyeke dîrokî û pêngavî ya nû. Gerîllayên HPG ku pêvajoya Ji Nû ve Avabûnê beriya 4 salan dabûn destêkirin û bi vê Newrozê ve bi encam bikin, bi performana xwe ya serkeftinê ku gihiştiyê, di vê astê de ye ku ji hemû xetereyên li ser gelê me bibersivîne. Ji bo ku hewldanên Rêberiya me û kedên gelê me vala neçe, wekî ku heya niha pêş ket ji vê şunde jî hêzên gerîla wê rola xwe bileyizin û wê bizanibin ku ji pêvajoyê re bibin bersîv. Hêzên me bi amadekariyên ku tekoşîna azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê bi serkeftinê ve bixemilînin, Newroza 2017 pêşwazî dikin, û bi performansa xwe ye gerîllayê nujen-pispor ve, bi berxwedanekî mezin vê pêvajoyê pêşwazî bikin û serkeftinê mîsoger bikin.

Di vê bingehê de; em wekî Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê hemû gelên me yên ku di vê pêvajoya Newrozê de derbikevin qadan slav dikin, ji çiyayên azad bi coşa gerîlla û bi riha berxwedana Apocî careke din Newroza hemû gelê me pîroz dikin, ji bo hemû hêzên tekoşer di serdema nû de serkeftinê dixwazin.

19.03.2017

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL