Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTİ RE!

Qehreman ew kes in ku; ji bo hebûna gelan bê mîsogerkirin û pêşeroja wan bê dîyarkirin di avêtina gavên şoreşgerî de pêşengtiyê dikin. Gel qehremanên ku ji bo wan fedekariyekî mezin kirine ji bîr nakin û her tim şopdariya wan dikin, bi vê awayî jî hebûna xwe mayînde dikin. Gelên ku xwedî li qehremanên xwe dernakevin mahkumê tunebûnê ne.

Gelê Kurd jî hefteya navbera 21-28 ê Adarê wekî rojên hebûna xwe danîna holê û mîsogerkirinê digire dest û wekî "Hefteya Qehremantiyê" bi nav dike û qehremanên xwe yên ku canê xwe ji bo gel feda kirine bi bîr tîne. Hefteya Qehremantiyê; rojên di navbera çalakiya ku Kawayê Hemden rêheval Mazlum Doxan di Newrozê de li hemberî pêkanînên dagirker pêş xistiye û  Şehadeta Rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) ku di pêvajoya li Kurdistanê avêtina bingeha gerîlla û mayinde kirina wê îfade dike. 

Sekna fermandarê mezin yê cejna vejîna gelê Kurd, pêngava 15 ê Tebaxê Rêheval Egîd a bibîryar, bicesaret û bi dîsîplîn a di xeta Rêber Apo de, sedema herî girîng a serkeftina vê berxwedanê ye.  Fermandar Egîd pêwîstiya di Kurdistanê de pêşxistina gerîlla û pêşengtiya wê kirinê di rih, dil û mêjiyê xwe de hîs kiriye û bi vê sekna xwe ve gelê me ji tûnebûnê vergerandiye, cardin vejiyandiye û bûye zemîn ku cîvaka Kurd ji bo azadiya xwe şer bike.  Rihê Egîd ne tenê li Kurdistana Bakur, li hemû parçeyên Kurdistanê bandorekî girîng kiriye, û îro di serî de li Şengalê, Li Rojava û li Surên Amedê li her koşeyên welatê me bûye temînata azadiya gelê me. Bêguman fermandarê pêşeng a vê pêşketina dîrokî Rêheval Egîd "Qehremanekî Netewî" yê rasteqîn e. 

Rêber Apo û partiya me PKK hemû xelekên şehadetên girîng a ku di dîroka me ya tekoşînê de hatine jiyankirin vergerandine pengavekî mezin. Li ser vê esasê di şehadeta Rêheval Egîd de jî wekî pêwîstiya girêdayina bîranîna Egîdan ARGK hatiye îlankirin û li hemû Kurdistane şerê gerîlla hatiye geş kirin û bi vê awayî pêvajoya arteşbûnê destpê kiriye. Tekoşîna Azadiya Kudistan a ku di bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî de bilind dibe îro gihiştiye qonaxa serkeftinê. Zarokên herî hêja a gelê Kurd a ku şopdariya vê fermandarê bêhempa kirine, arteşa gerîlla ku wî bingeha wê avêtiye gihandine qonaxekî ku; ev arteş îro dikare hemû xetereyên li ser gelê Kurd bibersivîne û azadiya gelê xwe bike heqîqet.  Şopdarên Fermandar Egîd îro di serî de li Şengal, Kerkûk, Zagros, Dersim, Amed, Amanos, Karadeniz û meskenê Egîdan li Botanê, li her parçeyên Kurdistan gelê xwe diparêzin, wekî têkoşerên tekoşînekî egîd azadiya Gelê Kurd mîsoger dikin. 

Bi mebesta 31 emîn salvegera vê şehadeta mezin, em carekî din di şexsê fermandarê nemir Rêheval Egîd de li pêşberî hemû şehîdên xwe bejna xwe  bi rêzdarî ditewînin, em soz didin ku; çanda leşkerî ya ku Rêheval Egîd bi bîryarbûn û cesareta xwe afirandiye ji bo hemû hêzên Parastina Gelê Kurdistan rê nîşan bide. Di vê bingehê de em Hefteya Qehrematiyê ji bo gelê me û hemû rêhevalên ku di xeta Egîdan de tekoşîn didin meşandin, careke din pîroz dikin. 

27.03.2017

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL