Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

 Ji çapemenî û rayagiştî re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremû û Şehîd Nalîn Mûş de, 10’ê Tebaxê saet 11:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker a ku ewlekariya rêya Girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê digirtin çalakiyek lidar xistin.

Di encama lêxistina baş a vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin, kepçeyek jî hate derbkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bombe kir.

2. 9’ê Tebaxê saet 08:20’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtinger a li Girê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya hêzên me bi awayekî pir xurt li çeperan lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

3. 8’ê Tebaxê saet 10:00’an artêşa Tirk li devera Şeyayla ya sêgoşeya Amed, Mûş û Çewligê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên dijmin ên ku bi helîkopteran leşker li deverê danîn, bi helîkopterên Kobra jî qad bombe kirin. Piştî danîna leşkeran di navbera hêzên em û leşkerên artêşa TC’ê de şer derketiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. 2 gerîlayên me yên ku bi qehremanî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd ketine. Operasyon 9’ê Tebaxê ji qadê vekişiyaye.

 

Nasnav: Azad Sîser

Nav û Paşnav: Mehmet AkdînCihê

Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê - Bav: Mesiye - Necat

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş /8’ê Tebaxa 2017

 

 

Nasnav: Rojhat Andok

Nav û Paşnav: Yuksel Çîçek

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê - Bav: Bahriye – Mehmet Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş /8’ê Tebaxa 2017

 4. 27’ê Tîrmehê artêşa Tirk, li herêma Stlîlê ya girêdayî navçeya Omerya ya Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribû. Di operasyonê de di navbera hêzên em û leşkerên Tirk de şer derketibû. Di şer de hevrêyê me Pala Kawa li dijî dijmin bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Pale Kawa

Nav û Paşnav: Mahsum Polat

Cihê Jidayikbûnê: Mardin

Navê Dayikê - Bav: Halîme - Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn /27’ê Tîrmeha 2017

 5. Di daxuyaniya me 29’ê Tîrmehê dabû de, me nasnameya 5 hevrêyên xwe yên ku 6’ê Tîrmehê li herêma Çemçe ya Qersê şehîd bibûn parvekiribû. Tenê nasnameya hevrêyê me yê bi nasnav Mordem ji aliyê me ve hatibû zelalkirin û parvekiribû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me wiha ye:

 

Nasnav: Armanc Karayazi

Nav û Paşnav: Aykût Ozmen

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayikê - Bav: Perîhan - Suleyman

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/ 29’ê Tîrmeha 2017

 

 11'ê Tebaxê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê