Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 26’ê Tebaxê de li qada Şapatan û Sereroyê ya Şemzînanê operasyonek dabû destpêkirin û vê operasyona wan bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

Hêzên me derbên giran li yekîneyên dijmin xistine yên ku teknîkeke modern bi kar dianîn. Têkildarî van şer û çalakiyan, me rojane daxuyanî didan. Di vê operasyonê de ya ku 11 rojan domiya, di çalakî û şer de yek jê payedar 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Hêzên dagirker di operasyonê de pêkutiyeke mezin li gel kiriye.

Li qadên operasyonê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û nehiştine gel biçin ser rez û baxçeyên xwe û hêzên dagirker qadên Dola Apociya, Dola Bermêşa, Dola Êldeyê, Girê Şehîd Axîn, Bêtkarok û gelek rez û baxçeyên gel şewitandine.

2. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Harûnayê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi çekên giran li qadê daye.

3. Di 5’ê Îlonê de saet di 06.00’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Garisa ya Sêrtê bomberdûman kiriye û agir bi qadê ketiye. Şewata li herêmê hê jî didome.

4. Di 5’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera saer 08.00-20.30’an de bi obus, hawan û bombeyên mîsketê li qada Geliyê Şehîd Rahîme ya Oremarê daye.

5. Di 5’ê Îlonê de saet di 21.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qadên Besta Hincê û Bilûzerê ya Bestayê bomberdûman kiriye.

6.Di 19’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Nordizê ya Payîzavaya Wanê operasyonek dabû destpêkirin. Di heman rojê de jî gerîlayên me li nêzî gundê Axulayê rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Ji ber şer û bomberdûmanê 4 hevalên me gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;

Nasnav: Agît Colemêrg

Nav û Paşnav: Ayhan Bul

Cihê Jidayikbûnê: Mersîn

Navê Dayik - Bav: Zeynep - Mûstafa

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Tebax 2017 / Wan

Agit – Ayhan Bul

 

Nasnav: Aras Başkale

Nav û Paşnav: Metîn Esen

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Kudret - Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Tebax 2017 / Wan

Aras – Metin Esen

 

Nasnav: Bahoz Hevîdar

Nav û Paşnav: Evliya Yavan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Zeynep - Îsmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Tebaxa 2017 / Wan

 

Bahoz – Evliya Yavan

Nasnav: Rizgar Elbak

Nav û Paşnav: Dogan Dûrmaz

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Sevkiya – Fesîh

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Tebaxa 2017 / Wan

Rızgar – Doğan Durmaz

 

6'ê İlonê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê