Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku di 27’ê Îlonê de li derdora Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya ku di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye dabû destpêkirin, didome. Hêzên me di 8’ê Cotmehê de saet di 05.30’an de li dijî yekîneyeke operasyonê ya li Tepê Xwedê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 11 leşker hatine kuştin.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya li herêma Oremar û Cîloyê didome. Hêzên me di heman rojê de saet di 17.50’an de li qada Qela Perîxanê ya herêma Oremarê li dijî hêzên dagirker çalakiyek li dar xistine. Li vê derê 6 kozik hatine îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi balefir, obus û hawanan li qada çalakiyê daye û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

Dîsa di heman rojê de saet di 11.00’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Girê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

2. Di 8’ê Cotmehê de hêzên me saet di 13.00’an de yekîneyeke dijmin a di navbera Girê Sînek û Maymûnê ya Qilebanê ya bi ser Şirnexê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

3. Di 4’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li gundê Şelema ya Farqînê, li gundê Zîlekê yê Hezroyê û li derdora gundê Reşanê yê Licê yên bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin.

Di 8’ê Cotmehê de saet di 23.15’an de hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de li qada Tepê Klon a Farqînê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Li gorî çavkaniyên ji herêmê 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Beşeke operasyonê bi paş ve hatiye kişandin û li qadê tevgera yekîneyên veşartî didome.

4. Di 9’ê Cotmehê de saet di navbera 00.10 û 00.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker lûtkeyên Xeregolê yên Xakûrkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Di 23’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Çalyanê ya li herêma Faraşînê ya Elkê ya bi ser Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbûye. Di van şeran de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Di van şeran de 3 rêhevalên me piştî berxwedaneke qehremanî gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Zîlan Adar

Nav û Paşnav: Emîne Yorulmaz

Cihê Jidayikbûnê: Semsûr

Navê Dayik - Bav: Aynî - Bêkar

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017

Zilan – Emime Yorulmaz

Nasnav: Canfeda Legerîn

Nav û Paşnav: Ferhat Aydemîr

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Neslîhan - Bedrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017

Canfeda – Ferhat Aydemir

 

Nasnav: Xebat Mamxorî

Nav û Paşnav: Sînan Kahraman

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Şadiye – Hamît

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017

Xebat – Sinan Kahraman

  9'ê Cotmehê 2017 

 

  Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê