Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo qirkirina Kurdan temam bike hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Ji ber êrîşên desthilatdariya faşîst her roj şer diqewime. Hêzên me yên gerîla li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin hem bi berxwedanê hem jî bi ruhê êrîşê çalakiyan dikin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bidin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne, di her serdemê de ji bo qedandina gerîla dem daye. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû gotibû ku wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqedînin. Li dijî gotin û daxuyaniyên şerê taybet ên AKP'ê, gerîla li çiya û bajarên Kurdistanê destanên berxwedanê dinivîsînin. Gotin û êrîşên faşîst pûç kirin û hê jî pûç dikin.

Yek ji berxwedana herî girîng a gerîla li herêma Besta ya Botanê hate kirin. Weke ku raya giştî jî pê zane, artêşa TC a dagirker roja 3'ê Mijdarê bi desteka hewayî, hêzeke berfireh a leşkerî û bi beşdariya bi sedan kontrayî li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Ji roja destpêkê ve li qada operasyonê şerekî giran qewimî. Li dijî gelek hêzên dijmin ên dixwest ji bejahî ve bi pêş ve biçin, hêzên me yên gerîla çalakiyên bi bandor kirin. Artêşa TC ji ber ku nekarî li dijî gerîla şer bike, mîna her carê serî li hêza teknîkê da û ji hewayê ve bi bomberdûmanê xwest encamê bigire. Di dema vê operasyonê de ku hê jî dewam dike, dijmin gelek kuştî da. Şehîdên me jî çêbûn.

Li gorî agahiyên ji qada şer hatin û zelal bûn, hevala me Delal Amed a di fermandariya herêma Botanê de cih digirt û komek ji hevalên me bi lehengî li ber xwe dan û di encama vê berxwedanê de gihîştin şehadetê.

Hevala me Delal Amed (Hulya Eroglû), sala 1975'an li Amedê ji dayik bû û ji sala 1992'an û vir ve di nava refên têkoşînê de cih girt. Hevala me Delal ku ji Rêber Apo perwerde dît, heta dawiya jiyaan xwe bi Rêbertî û partiya me re dilsoz bû û milîtaneke fedakar bû. Li her qada lê bû, di asta herî bilind de bi berpirsyarî rabû, tevlî nava têkoşînê bû û kedeke mezin da. Hevala me Delal bi kesayetiya xwe ya fermandar derkete pêş û hevaleke me ya ku ji aliyê leşkerî ve xurt û fermandareke fedayî bû. Hevala me Delal, endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Hemû erk û wezîfeyên xwe bi ruhekî gelekî mezin ê serketinê bi cih anî. Yek ji wan hevalan bû ku li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk berxwedana gerîla koordîne dikir. Hevala me Delal Amed ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de bû sembolek, ji niha û pê ve wê di berxwedana gerîla de bibe yek ji hevrêyên me yên mînak. Jiyan û kesayetiya wê, wê timî rê nîşanî me bide.

 Tevî hevala Delal, 12 hevalên me yên ku li qadên cuda yên Bestayê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn, her yek ji wan bûn abîdeya berxwedanê. Di serî de hevala Azê Malazgîrt, hemû hevrêyên me yên şehîd bûn, wê bibin navê meşa bi eşqa azadiyê ber bi serketinê ve. Dilsoziya bi bîranîna wan re wê ji bo serketinê bibe yekane çavkaniya em.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd bûn wiha ye: 

Nasnav: Delal Amed

Nav paşnav: Hulya Eroglû

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Vetfa-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Delal – Hülya Eroğlu        

Nasnav: Azê Malazgîrt

Nav paşnav: Asli Ozkaya

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Dayik-Bav: Fatma-Behrem

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Aze – Aslı Özkaya

Nasnav: Agît Ozgur Ronî

Nav paşnav: Sercan Baran

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Îlkay-Seyfî

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Agit – Sercan Baran           

Nasnav: Dîcle Erdem

Nav paşnav: Zelîha Karatay

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Nazîme-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Dicle – Zeliha Karatay           

Nasnav: Firat Tolhildan

Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Îşlak

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Sûltan-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Fırat – Mehmet Şirin İşlak

Nasnav: Hozan Mizgîn

Nav paşnav: Serhat Ozcan

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Ayhan-Îhsan

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Hozan – Serhat Özcan              

Nasnav: Ronahî Amed

Nav paşnav: Ferfûre Ûçakan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Havva-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Ronahi – Ferfure Uçakan        

Nasnav: Viyan Rûken

Nav paşnav: Ceylan Gungen

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Husna-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Viyan – Ceylan Güngen

Nasnav: Viyan Mazlûm

Nav paşnav: Gulê Cûmo

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Dayik-Bav: Nazli-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Viyan – Gule Cumo           

Nasnav: Zozan Herekol

Nav paşnav: Evîn Çetînkaya

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Hatûn-Şukru

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Zozan – Evin Çetinkaya         

Nasnav: Zozan Cûdî

Nav paşnav: Zozan Temîr

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Ayşen-Mûhammed Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Zozan – Zozan Temir           

Nasnav: Doktor Şoreş

Nav paşnav: -

Cihê jidayikbûnê: -

Dayik-Bav: -

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Doktor Şoreş 

Nasnav: Ferhat Mamxurî

Nav paşnav: -

Cihê jidayikbûnê: -

Dayik-Bav: -

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

Ferhat Mamxuri 

 

20'ê Mijdarê 2017

  

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG