Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me 6'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin.

Saet 07:30'î, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û konên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn zelal nebû.

Hêzên me saet 09:40'î li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê xistin. Derb li hemû kozikên li ser gir hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Saet 17:45'î, hêzên me cara dudiyan li çeperên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê. Bi şev jî bi helîkopterên Skorsky bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

 

7’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê