Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de roja 7'ê Gulanê saet 16:10'î li girê Lêlîkan ê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh kirin.

Hêzên me ji çar aliyan ve li kozikên dijmin ên li ser gir reşandin. Di encamê de 4 kozik hatin rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balafirên şer bombe li herêmê barand.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 17:40'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li nêzî girê Sîvrî ya li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 3 leşker hatin kuştin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 7'ê Gulanê saet 11:45'an li nêzî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a Dersimê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC çalakiyek kirin. Bi derbên xurt ên li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.

3. 30'ê Nîsanê danê êvarê, li nêzî gundê Derahût ê herêma Mişarê ya Sêrtê, di navbera yekîneyeke me û artêşa TC a dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve nekarî bi ser hêzên me ve biçe, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Ji ber vê bomberdûmanê hevalê me Adil şehîd bû û hevalê me Malîk (Osman Ozunal) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Adil Sêrt

Nav paşnav: Muhdî Başçi

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Nacîre-Tefîk

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Nîsana 2018 / Sêrt

 

Adıl – Mühdi Başçı

Hevalê me Adil Sêrt, li Sêrtê ji dayik bû û bi hestên welatparêziyê yên Botanê mezin bû. Hevalê me Adil zû bi rastiya dijmin hesiya û di ciwantiya xwe de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîlayekî şareza. Li dijî êrîşên desthilatadriya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê, bû şervanekî xurt ku bersiveke çalak da. Hevalê me Adil ku xwedî kesayetiya şervan a Botanê bû, bi fedakariyeke mezin cihê xwe di nava berxwedana gerîla de girt û heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kir.

Ji ber vê şehadetê, di serî de malbata hêja ya Başçi em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo bicihanîna xewn û xeyalên şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

 

8’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê