Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. 11'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me li herêma Bradostê derbên giran li hêzên dagirker dan.

 Li dijî leşkerên ku Geliyê Elî Dirêj dagir kirine, gerîla ji 2 baskan ve bi ser çeper û navendên artêşa dagirker de girtin. Di encamê de gelek çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

2. 10'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, li dijî leşkerên Tabûra Zivingê ya li Şirnexê çalakiyên sekvaniyên pêk hatin. Di encamê de leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

 

12’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê