Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxistin. Agahiyên berfireh yên çalakiyan wiha ne;

 Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke di navbera gundên Bêjinê û Mawa yên navçeya Şemzînanê de rêya ewlehiyê çêdikin. Hêzên me şexsê bi navê Bedel Demîr yê ku îhaleya rê girtî berê jî hişyar kirîbûn. Tevî hemû hîşyariyan jî ev şexs dest bi xebatên çêkirina rê kiriye, hêzên me roja 8’ê Tebaxê wesayîteke tîpa amarog û alavên têde yên girêdayî vî şexsî  di navbera gundên Bêgijnê û Mawayê şewitand.

Roja 9’ê Tebaxê seat 09:15’an de hêzên me li dijî qereqola Sunê ya herêma Rûbarok ya Şemzînanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan herêm bi rêk û pêk topbran kir.

Heman rojê seat 11:00’an hêzên me li girê Koordîne yê navçeya Çelê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi rêk û pêk herêm bi obus û hawanan topbaran kir. Piştî topbaranê li herêma Koordîne û Şehîd Mûnzûr şewat derket.

2. Şeva 8’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Meskan yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyonek da destpêkirin. Sibeha 9’ê Tebaxê di navbera yekîneyeke ya me dema ku li ser erka xwe bûn û hêzên dagirker de şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Reşîd û Rizgar derbên giran li dijmin xist û heta fîşeka xwe ya dawî bi qehremantî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me roja 7’ê Tebaxê seat 07:00’an li dijî wesayîteke tîpa kobra ya zirxî di navbera gundên Bilisava û Birabeder yê navçeya Payîzava ya Wanê çalakiya sabotajê li dar xist. Di navbera hêzên me û dijminê ku teknîka giran bikartîne şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Cemîl û Çiyager li dijî dijmin bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin.

 

10’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê