Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me roja 27'ê Mijdarê saet 11'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şundirê çalakiyek pêk anîn.

Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmare leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêma çalakiyê û bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

Hêzên me 28'ê Mijdarê saet 13:30'î li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Colemêrg ê Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê hawan û obus avêtin herêma çalakiyê.

2. 28'ê Mijdarê saet navbera 15:50 û 16:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker quntara Girê Şekîf ê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û qada Şehîd Kendal a li navçeya Qilaban a Şirnexî bomberdûman kirin.

Balafirên şer 29'ê Mijdarê (îro) saet 08:30'î bombe li derdora Çemê Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîşt hêzên me yên gerîla.

3. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 27'ê Mijdarê saet 09:30'î bombe li qada Saca ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalên me Arîn, Avesta û Zîlan şehîd bûn.

Her sê hevrêyên me ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê me tevlî nava têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî û li refên herî pêş her tim bi erk û wezîfeya xwe rabûn. Zanibin ku ev cîhana xerabiyên wê gelek in ancax bi azadiya jinê dikare bedew bibe, di asta herî bilind de hewl dan xwe di Îdeolojiya Azadiya Jinê de şareza bikin. Ji me re jî berpirsyariyên girîng hiştine. Bi bilindkirina ala azadiyê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Li ser vê bingehê, bila serê malbatên şehîdên me yên hêja û gelê me yê welatparêz sax be. Em soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdan radestî me kirin e, em ê her li ba bidin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Arîn Colemêrg

Nav paşnav: Hulya Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Asya-Dirbaz

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap

 

Arin – Hülya Özdemir

Nasnav: Avesta Kahraman

Nav paşnav: Elîfe Mele Nahsan

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-bav: Latîfa-Nûrî

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap

Avesta – Elife Mele Nahsan

Nasnav: Zîlan Devran

Nav paşnav: Nûrşen Butuşaba

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Nesîhat-Mûharrem

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap

Zilan – Nurşen Bütüşaba

29’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê