|
Min ji bo pirsgirêka jinê got, çanda destavêtinê ya pênç hezar
salan. Çawa ku tê gotin, ji bo fêmkirina Marks, fêmkirina Hegel
di vê, ji bona þervanê azadiya jin a baþ jî, di vê çanda
destavêtinê ya pênç hezar salan a ku serdeste jî, baþ were
fêmkirin. Diyalektîka Hegel ya kole-begtî, bi min re bi þêwaza
jin- zilamê zordar û serdest rave dibe. Di vê ev têkilî baþ were
dîtin. Hegel li ser bingeha diyalektîka kole-begtiyê dest digire,
lê me bikaranîna nakokiya zilamê zordar- jin a pênç hezar salan
xwe bi dahûrandina pirsgirêkê re anî heta roja îro. Min beriya
niha jî gotibû. “berdana bêdawî, evîna bê dawî.” Berdana bi çi
re? Berdana ji çanda serdest a pênç hezar salan e. Di vê jin ji
vê qirêjiya pênç hezar salan rizgar bibin. Dîsa ez çawa bang li
evînê dikim? Banga min ji evînê re bi vî þêwazî ye. Evîna ji
jiyaneke azad û demokratîk re ye.
Her kes di vê fêm bike, ger jin azad nebin, kesek û civak jî
azad nabe. Di vê mijarê de dikarin ji parêznameyên min û nêrînên
ku min beriya niha diyarkirine sud werbigirin.
Zilam xwe li ser jinê weke berpirsyar û rayedarê hem dagirkerî û
hem pêþxistina desthilatdariyê dinirxîne. Bi berfirehkirina
zextên kevneþopiya li ser jinê re her zilamekê vediguherîne
parçeyeke desthilatdariyê. Civak bi vê riyê dikeve nava
pêxirtengiyeke desthilatdariyeke zêde. Statoya jinê ji civaka
zilamê serdest re hest û fikireke desthilatdariya bêdawî dide.
Mileke din ve jî, ji avabûna karkeriya rû dide bêkarî, ji
karkeriya bê mûçe heya mûçeya kêm di her neyêniyê de bedel pê tê
dayîn, kedkarên jin in, jin bi xwe ye. Bîrdoziya zayendperest a
lîberalîzma eklektîk ev rewþ berovajî kiriye, tenê bi cihe
diyarkirinê re namîne, weke din ji bo jinan bi taybet
dewlemendiyên bi bîrdozî re tê veguhertin. Ev jî weke tiþteke ku
bi destê xwe koletiya xwe dana pejirandin e. Dikare bê gotin
pergal bi awayeke bîrdozî û madî tenê bi îstîsmarkirina jinê re
tenê qeyranên xwe yên giran derbas nake, hebûna xwe bi xwe jî
saz dike û digire bin ewleyê.
Jin bi giþtî rewþa netewa mêtînkirî ya herî kevin û ya herî nû
ya dîroka þaristaniyê û bi taybet jî ya modernîteya kapîtalîst
e. Ger bi her awayî rewþa qeyraneke nayê berdewam kirin tê jiyîn,
di vir de para mêtingehbûna wê di serî de tê.
Dîroka þaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirin û
windabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe re, bi hukumdar
û hemwelatiyê xwe re, aborî, zanist û hunerê re, dîroka hiþkbûna
kesayeta serdestiya zilam e. Lewra windakirin û windabûna jinê,
bi navê civakê ketin û windakirineke mezin e. Civaka
zayendperest, encama vê ketin û windakirinê ye. Dema ku zilamê
zayendperest li ser jinê serweriya xwe ya civakî ava dike ewqas
bi îþtah dibe ku, her li hev ketineke xwezayî, weke xwe
pêþandaneke serdestiyê diyar dike. Ji pêywendiya cînseltî ya
weke diyardeyeke biyolojîke re jî, her demî pêywendiyeke
desthilatdarî bar kiriye. Ti caran ji bîra nake ku bi hewayeke
serkeftinê li ser jinê lihevketineke cînseltî saz kiriye. Di vî
warî de fêrbûneke pir mezin ava kiriye. Gelek gotin derxistine.
“Ji heq derketim”, “ min karê wê xilas kir”, “ golik”, “ ji zikê
wê cehþikê, ji piþta wê dar kêm neke”, kurkê weke keça”, tu keça
xwe serberedayî berdî yan wê bireve dahulvan, an jî wê bireve
zirnevanekî”, “ serê wê zû girêdan” û hwd. weke van bê hejmar
çîrokên gotinên bavikan têne gotin. Pêywendiya cînseltî bi
desthilatdariyê re çawa di nava civakê de bibandor e pir
vekiriye. Di roja me de jî her zilamek ku li ser jinê “mafê
kuþtinê” jî di nav de xwediyê mafê bêhejmar e, rastiyeke
sosyolojîk e. Dema ku ev “maf” her roj têne pêkanîn, bi zêdahiya
pêywendiyan, di xisletên destdirêjî û destavêtinê de ne.
Di mijara jinê de ferdperestiya zilam û çavreþiya wî weke
diyardeyeke rojane dikare her kêliyê bê dîtin. Di vî mijarî de
bêyî ku ti quralên exlaqî û hukukî binase, ji her nifþên civakê
bê ku zilam çavê xwe bigire dikare kuþtinan pêk jî bîne, ev jî
rastiyeke ku her kesê xwediyê wijdane nikare paþ çav bixe. Ev
helwest bi giþtî bi navê evînê pêk têne. Halbukî dema ku
pêywendiya evînê bi heqîqetê re kêm zêde bê þîrovekirin, wê di
carekê de bê fêmkirin ku ev gotin dereweke herî ketiye. Ne di
cîhana nebatan de ne jî û ya lawiran de, heta ne jî yên em ne
zindî þîrove dikin di cîhana fîzîkî de ya ku ji evînê re dibe
mijar, çi ozne pêkhatiyeke bi vî awayî qet nake. Çavderiya hinek
ji rêderketinên ku hîna jî maneya wan nayê zanîn hatibin kirin
jî, sedem û maneya kuþtinên bi vî awayî yên cureyê mirovan pir
cihe ye. Girêdana van kuþtinan bI serdestî û dagirkeriyê ve ji
xalên sereke yên di vê bêne diyarkirine.
Pirsa ku di vê bê kirin a bingehîn, zilam çima ewqas di mijara
jinê de hesûd, tehekumkar û kujêr, di bîst û çar seatên rojana
de di rewþeke destavêtinê de jiyînê bernadê ye. Bêguman
destavêtin û tehekûm têgînên îstîsmara civakî ne. Nîtelîka
tiþtên dibin û xilas dibin a civakî rave dikin, herî zêde jî
hiyarerþiyê, baviksalariyê û desthilatdariyê bibîr tîne.
Maneyeke wê ya di hîn kûraniyê de jî, xiyaneta jiyanê rave dike.
Girêdana jinê bi jiyanê re ya pir alî, dikare helwesta zilam a
zayendperestiya civakî derbixe holê. zayendperestiya civakî, di
bin bandora zayendperestiya kor û tine dike de windahiya
dewlemendiya jiyanê, hêrsa ku ev derdixe pêþ, helwestên
destavêtinê û tehekumkar rave dike.
Gelo, dubarebûnên zivronekên jiyanê girîng in, an jî ya weke
tekîle bi xwe girîng e? Piþtî ku heqîqeta ya tekîle tam bê
ravekirin, dubarebûna zivronekê ya bê dawî pir zêde ti wateyê
diyar nake. Wateya ku bigire nav xwe, pêdiviya gihiþtina
‘zanistiya teqez e’.
Malbat di nava vê rastiya civakî de, weke dewleta zilam a biçûk
tê avakirin. Di dîroka þaristaniyê de saziya ku malbat tê gotin
sedema xwe ya bi rêbaza heyî re tim xurt dibe, ji hêza mezin a
dide amûrên desthilatdarî û dewletê ye. yekemîn, malbatê, bi
desthilatdarkirina li der û dora zilam ve, weke þaneya civaka
dewletî ava dikin. Duyemîn, xebitîna jinê ya bê bersiv a bê dawî,
bi ewle dike. Ya sêyemîn, bi gihandina zarokan re pêdiviya
þêniyên xwe pêþwazî dike. Ya çaremîn, weke rola modelê ji tevayî
civakê re koletiyê û ketîbûnê belav dike. Malbat bi vê naveroka
xwe ve di eslê xwe de bîrdoziyeke. Saziya ku bîrdoziya
xanedantiyê kêrhate ye. Her zilamek di malbatê de xwe weke
xwediyê xanekê fam dike. Di bin têgihiþtina malbatê de rastiya
herî girîng, bandoriya vê bîrdoziya xanedanî ye. Çiqas jin û
zarokên malbatê çêbin, zilam jî ewqasî ewlehiyê û þerefê dest
dixe. Malbatê di rewþa heyî de weke saziyeke bîrdozî nirxandin
pir girîng e. Jin û malbatê di rewþa heyî de ji bin pergala
þaristaniyê, desthilatdarî û dewletê vekiþînin, li þûnde bi navê
pergalê pir kêm tiþt dimînin. Lê bedela vî rêbazî, di bin rewþa
jinê ya her tim di asta jêr de di nava þer de ye, êþ, xizanî,
ketî û rêbaza hebûna têkçûyî ye. Heman weke di tevayî dîrokê de
tekelên sermayê li ser civakê birêve dibin, heman bi vê ve
girêdayî xeleka sermaya duyemîn jî li ser cîhana jinê tekela
zilam e. Hem jî tekela herî kevin ya bi hêz e. Hebûna jin weke
cîhana dagirkirî ya herî kevin nirxandin, dê encamên herî
rasteqîn diyar bike. Dibe ku ji bo wan ên ne bûne netew gelê
dagirkirî yê herî kevin gotin hîn rastir be.
Pirsgirêka þêniya ji nêz ve bi zayendperestî, malbat û jin ve
girêdayî ye. hîn zêdetir þênî, tê maneya hîn zêdetir sermaye yê.
‘jintiya malê’ kargeha þêniya ye. Dikare bê gotin milkên herî
girîng ên ku herî zêde ji bo pergalê pêdivî dibîne, kargeha
hilberîna malzaroka ye. Mixabin malbat di bin serdestiya tekelcî
de di vê rewþê de ye. hemû zehmetî ji jinê re tê dayîn, lê nirxê
milk jî ji bo pergalê xelata herî bi nirx e. Þêniyên ku zêde
dibin herî zêde jî jinê tine dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî
wisa ye. weke bêrdoziya modernîteyê ya herî bi nirx malbatî,
merheleya dawî ya xanedanî digihijê ye. Ev xal bi giþtî pir zêde
jî bi bîrdoziya dewletiya-netewe re yekbûnê saz dike. Ma her tim
ji dewleta-netewe re gihandina lawikan girîngtir çi dibe? Hîn
zêdetir þêniyên dewleta-netewe, tê maneya hîn zêdetir hêz. Lewma
di bin teqandina þêniyan de sermayeke qayîm û berjewendiyên
tekelên zilam ên jiyanî hene. Zehmetî, qehir, heqaret, êþ,
tewambarkirin, xizanî û birçîbûn ji jinê re ye. Lê destkeftiyên
wî yên keyfî jî ji ‘beg û sermayedar’ re ye. Di dîrokê de tirs
herdem qasî ya di roja me de jin weke amûreke îstîsmarê ya pir
alî hêz û ezmûnên bikaranînê diyar ne kiriye. Jin weke mêtîngeha
yekemîn û dawî kêliya dîrokê ya herî qirîtîk dijî.
Ne li ser bingeha zayendperestiyê, gelek tiþtên ku li ser
bingeha azadiyê bike hene. Zayendperestî, desthilatdarî ye. Her
tiþtên di bingeha zayendî de desthilatdar e. Her cîhên ku têgîna
zayendî lê ye, li wir desthilatdarî heye. Dibêjin ku cîns
mijareke biyolojîk e. Na, zayendî tiþteke ku tê fêrkirine.
Fînansa kapîtal bi yek tîp kirinê re dixwaze her tiþtî bixe bin
venêrîna xwe. Netew jî, jin jî û zilam jî! Paþeroja te, çanda te,
baweriyên te û cewaziyên te red dike. Li þûna wan tiþtên ku ew
bi xwe diyar dike bi biryareke ferzkirinê dixwaze bi cîh bike.
Belê, dê çawa ji vê re bê gotin bes e? Dê tu pêþketina me ya
demokratîk li xwe rabigirî, em ê jî dewletê lixwe rabigirin. Li
ser bingeha lihevkirinê dê her du jî li gel hev hebin. Bi
feraseta dewlet-netewe ve mantiqê ez ê tine bikim, biperçiqînim,
xilas bikim nagihije çi warî. Di vê di mijara jinê de
zayendperestî neyê kirin. Zayendperestî herî kêm bi qasî
netewperestî û hinek fikirên din xeter e. Jinê bi navê
zayendperestiyê bi zorê xwe ve dide girêdan. Bi zorê bûna
xwediyê jinê re desthilatdarî nabe. Jinê dikin nesneya
desthilatdariyê. Bi bîrdoziya zayendperestiyê ve jinê bi temamî
digirin bin tehekumê.
Halbûkî bi felsefeyeke ku bi azadiyeke bingehîn, wekhevî û
demokrasiyê ve barkirî, hevbeþiya jiyanê ya ku bi jinê re were
vesazkirin; xwediyê wê jêhatiyê ye ku dikare ya herî xweþik, baþ
û rast di asta herî rakêþwer de saz bike. Wek kes ez jî di nava
sitatuya heyî de bi jinê re jiyan, qasî bûna xwediyê pir
pirsgirêkan, ez kirêt, xirab û þaþ jî dibînim. Di bin sitatuya
heyî de bi jinê re jiyîn, mijara ku hîn di zarokatiya min de
wêrektiya min pê nebû û ez lawaz bûm. A ku mijara gotinê ye weke
ajoya zayendî, jiyaneke ku lêpirsîna ajoyeke pir bihêz bike ye.
Ajoya zayendîtî bi xatirê berdewamkirina jiyanê ye.
Rakêþweriyeke xwezayê ya ku di vê pîroziya xwe hebe. Lê tekelê
zilam û sermayeyê, jin ewqas xirab kiriye ku, ev rakêþweriya
xwezayê zivirandine weke saziyeke jêhatîbûna weke ‘kargeha
malzarokê’ ya metayên herî bi ketî ava dike tê veguhertin. Bi
van metayan ve civakê ser û bin dikin, derûdor jî di bin
giraniya van þêniyan de ( niha þeþ milyar e, bi vê lezê biçe, em
derûdorek þêniyeke bi 10-50 milyaran bifikirin) kêlî bi kêlî
rûxandinê dijî. Bêguman bi jinekê re bûna xwediyê zarokan di
cewherê xwe de tiþteke pîroz e, navnîþana ku wê jiyan xilas nebe
ye. Bêdawîbûnê dide hîskirin. Ma ji vê hestê binirxtir tiþtek
dibe? Her cure di bin heyecana bêdawî ya vê rastiyê de dijî.
Careke din ji xwezaya yekemîn û duyemîn re sermaya dijber û
bêexlaqî, kirêtî û þaþiyên tekelê zilam ên mezin re rû bi rûbûna
me naye înkarkirin.
Rexnekirina malbatê pir girîng e. Encex li ser bingeha rexneyan
dikare bibe hêmana bingehîn a civaka demokratîk. Ger ne tenê jin,
tevayî malbat weke þaneya desthilatdariyê neyê dahûrîn, rastiya
þaristaniya demokratîk û pêkanîna wê dê ji hêmana herî girîng
mehrûm bimîne. Malbat ne saziyeke civakî ya bê derbaskirine. Lê
dikare bê veguhertin. Di vê ew îdiaya mulkiyeta li ser jin û
zarokan a ji hiyerarþiyê maye bê berdan û di vê di pêywendiya
hevseran de rola pêywendiyên sermaye û desthilatdariyê neyê
lîstin. Di vê weke berdewamkirina zayend, nêzîkbûnên ajoyî bêne
derbaskirin. Ji bo yekbûna jin û zilam nêzîkatiya herî rast, bi
girêdayî civaka exlaq û polîtîk ya ku felsefeya azadiyê esas
digirê ye.
Di vê çarçoveyê de malbata ku veguhertinê bijî, dê bibe ewleya
civaka demokratîk a herî têkûz û peywendiya þaristaniya
demokratîk a herî bingehîn yek jê. Ji hevsertiya fermî zêdetir
hevseriya xwezayî girîngtir e. Lê di vê her demê alî ji
pejirandina biryara mafê jiyanê re amade bin. Di pêywendiyan de
koletî û bi çav reþî tevger nabe. Pir vekiriye ku dê malbat di
bin þaristaniya demokratîk de veguhertina herî bi wate bijî.
Jina ku bi hezara sal ji rêzdariya xwe gelek tiþt winda kiriye,
ger rêzdarî û hêz dest nexe, yekitiya malbatên bi wate jî pêþ
nakeve. Malbata ku li ser cehaletê saz bûye rêzdariya wê nabe.
Di ji nû ve avakirina þaristaniya demokratîk de para ji malbatê
re dikeve pir girîng e.
Jin yekser çavkaniya jiyanê ye. Jin navendên jiyanê ne. Jin nebe
jiyan jî nabe. Dagirkeriya ku li ser bedena jinê saz bûye,
bingeha hemû dagirkeriyan ava dike. Pergala kapîtalîst jî xwe
dispêre vê. Di eslê xwe de aborî karê jinê ye. Ez ji we re
pênaseya aboriyê bikim. Di Yewnana kevin-antîk de aborî karê
jinê ye. Tevayî aboriyê, jin rêk û pêk dike. Lê di pergala
kapîtalîst de her tiþt zilam dest xistiye. Bi wan mekîneyên
çêkirine ve karên weke hamburger jî yên jinê ne ji destê wê
hatine girtin.
Zarok xwedîkirin, xwarin, li gorî xwezaya aborî karê jinê ye.
Zilam çi ji vê fêm dike. Zilam ev kar ji jinê girtinê re
çavkaniya jiyanê jî girt bin venêrîna xwe. Zilam ji xwarin
çêkirin û parvekirina vê fêm nake. Aborî yekser jin e. Jin
yekser çavkaniya jiyanê ye. pergala kapîtalîst aborî ji destê
jinê girt û tevayî cîhan kir bin venêrîna xwe. Azadiya jinê,
azadiya cîhanê ye. þûna ku jin beramberî zilam rêz bigirin, bila
zilam beramberî jinê rêz bigire. Yanê tiþta ku ez dixwazim bêjim
ku, li ser bingeha azadiyê li ser jinê venêrîn tine be, bi
þêweyeke wekhev de, peywendiya jêr û jor nebe û li ser vî
bingehî ji rastî û dirustiya zilam tê bawerkirin, di pêþiya
azadiya xwe de weke astengiyê nabînin, wê demê rêzgirtin,
hezkirin û bi hev re jiyîn dibe. Dê wê demê ev watedar bin.
Mînaka jinê ji hêla mijarê ve bi dahûrînê re dixwazim vê beþê bi
encam bikim. Bêguman lêkolînên femînîst bi pêþkeftinên nû bi nû
re rastiya jin derxistina holê de tevkariyeke girîng dikin. Lê
ez di wê qanê de me, ev xebat di asteke mezin de di mercên
serdestiya akilê zilam de têne birêvebirin. An go reformîst in.
Ji mijarê re nêzîkatiyeke bi bingeh nêzbûn girîngiya xwe pir
heye.
Lêkolînên biyolojîk di cureyên mirovan de rola koka jinê ronî
dike. Ya ku esil ji laþ qut dibe ne jin e, zilam e. Hestiyariya
jin, ji diyaletîkbûna avabûna gerdûnî ya ku ji rê derneketiye
ava dibe. Nexasim di serdema þaristaniyê de di asta herî jêr de
hiþtin, ev avaniya xwe gihandina roja me ya îro de jî bibandor
e. Jina bi hest ve barkiriye ji hêla aqilê zilam ve weke her tim
aqilê wê kêm e, dixwaze vê weke xisleteke jinê diyar bike. Aqilê
zilam li ser jinê çend operasyonên mezin birêvebirine û birêve
dibe.
A yekemîn, kirina rewþa koleya xwe û ya yekemîn e. Ev pêvajo bi
çewsandin, zext, destavêtin, tevger û komkujiyeke pir dijwar ve
barkiriye. Rola ku ji wê re hatiye nasîn, li gorî pergala
milkiyetê pêwîst e, hilberandina malzarokê ye. Bîrdoziya
xanedaniyê bi vê malzarokê ve pir girêdayî ye. jin di nava vê
sitatuyê de milkek teqez e. Qasî ku nikaribe rûyê xwe jî þanî
yeke din bike malê xwediyê xwe ye û namûsa wî ye.
Ya duyemîn, amûra seksê ye. Zayendî di tevayî xwezayê de bi
zêdebûnê ve girêdayî ye. Berdewamiya jiyanê hatiye armanckirin.
Di mirovê zilam de nexasim bi girtina jinê re û bi giranî di
pêvajoya þaristaniyê de rola esasî ji teqandina seksê, dixwaza
cînseltî û pêþkeftina xil û xalî re daye. Demên bi hevrebûna pir
bi sînor a lawiran (bi zêdayî salana ne), di mirovê zilam de
dixwaze bike bîst û çar seatan. Jin di ber bi roja me ve amûra
ku tim seks, daxwaza cînseltî û desthilatdarî li ser tê
ceribandine. Malên giþtî-xweser wateya xwe winda kirine. Êdî her
cîh û her jin malê giþtî-xweser û jin tê hesibandin.
Ya sêyemîn. Kedkara bê mûçe û bêbersiv e. Hemû karên zehmet bi
wê têne kirin. Bersiva wê jî, hinekê jî wê neçarî kêmbûnê dikin.
Ewqas hatiye xistin ku, bawerkiriye bi rastî jî li gorî zilam
kêm e. Lewma bi çar destan ve dest û serweriya zilam hemêz dike.
Ya çaremîn, metaya herî zirav e. Marks ji bo jinê dibêje ‘banuya
metayan’. Di eslê xwe de ev rol herî zêde ya jinê ye. Banuya
metayan a rasteqîn jin e. Çi pêywendiyeke ku jin ne hatiye
pêþkêþkirin ne maye. Çi qadeke ku jin di nav de ne hatiye
bikaranîn ne maye. Di ferqekê de, ger bersiva her metaya ku
hatiye pejirandin hebe, di jinê de jî ev bersiv weke bêrûtiya
‘evîneke’ pir mezin em bigirin, heta nepixandina ‘deynê keda
dayîkê naye dayîn’ bêrêzdariyeke pir mezin de ye.
|